Çar pirtûkên nivîskar û civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî ku ji aliyê çar wergêrên Kurd ve ji Tirkî ji bo Kurdiya Soranî (Kurmanciya Jêr) hatin wergerandin.
Pirtûk ji aliyê Weqfa Beşîkçî ya li Herêma Kurdistanê ve hatin çapkirin û belavkirin.
Ev çar pirtûk lêkolînên civakî û dîrokî yên li ser dagirkirin û parçekirina Kurdistanê û mekanîzma û rêyên berdewamkirina dagirkirina Kurdistanê ne ku ji aliyê Îsmaîl Beşîkçî bi awayekî akademîk hatine nivîsandin.
Xwendina wan ji bo naskirina civaka Kurd a wê demê û rewşa civakî ya îroyîn a axa kolonîzekirî ya Kurdistanê girîng e.
Pirtûkên hatine çapkirin Li Ser Civaka Kurd, Terora Dewletê ya li Rojhilata Navîn, Nameyek ji UNESCOyê re û Dabeşkirina Emperyalîstî Li Ser Axa Kurdistanê ne.
Rêzepirtûkên Îsmaîl Beşîkçî ji aliyê wergêrên Kurd Serdar Ezîz, Mihemed Izedîn, Bekir Şiwanî û Ferhad Çomanî ve ji Tirkî ji bo Kurdiya Soranî (Kurmanciya Jêr) hatin wergerandin.
Pirtûka Li Ser Civaka Kurd
Pirtûka Li Ser Civaka Kurd a ji 260 rûpelan pêk tê, cara yekem meha Nîsana 1993yan hatibû çapkirin û ji aliyê nivîskarê Kurd Serdar Ezîz ve ji bo li Kurdiya Soranî hatiye wergerandin.
Sê gotarên pêşîn ên pirtûkê li ser beyannameyeke Semînera Pêşxistina Lêkolînên Civakî ya li Tirkiyeyê ye.
Piştî wan sê gotaran jî gotarên Paşverûhiştina Rojhilatê Anadolê û Dînamîkên Ku Bandorê Li Ser Guhertinên Siyasî û Civakî Dikin tên.
Pirtûka Terora Dewletê ya li Rojhilata Navîn
Pirtûka Terora Dewletê ya li Rojhilata Navîn ku ji aliyê Mihemed Izedîn ve hatiye wergerandin ji 180 rûpelan pêk tê.
Çapa yekem sala 1991ê hatiye çapkirin û ji 7 beşan pêk tê ku behsa teror, kuştin, komkujiya Kurdan, Pirsa Kurd, Kerkûk, xwezaya terora dewletê ya li Kurdistanê û gelek mijarên din dike.
Pirtûka Nameyek ji UNESCOyê re
Pirtûka sêyem a bi navê Nameyek ji UNESCOyê re ji aliyê Bekir Şiwanî ve hat wergerandin û ji 112 rûpelan pêk tê.
Pirtûk li ser wê yekê radiwestê ku biryarên Komîteya Giştî ya UNESCOyê ne guncav e û ji dosyeya hejmar 1981/586 ya Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Deryayî û Rêveberiya Leşkerî ya Golcukê hatiye girtin
Pirtûk cara yekem sala 1983an li Stockholmê bi Kurdî hatiye weşandin.
Ev pirtûk di warê sepandina rêbaza zanistî de ji bo bûyereke berçav ku ji holêrakirina zimanê Kurdî û qedexekirina perwerdehiya bi kurdî li Tirkiyeyê ye, ji UNESCOyê tê xwestin ku mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê xwe bicih bike.
Pirtûka Dabeşkirina Emperyalîstî Li Ser Axa Kurdistanê
Pirtûka Dabeşkirina Emperyalîstî Li Ser Axa Kurdistanê jî ji aliyê Ferhad Çomanî ve ji bo Kurdî ya Soranî hatiye wergerandin ku sala 1992an li Tirkiyeyê hatiye çapkirin.
Di vê pirtûkê de behsa hewldanên Kemalîstan ên di salên 1915-1925an de ji bo xapandina Kurdan bi navê avakirina komara Kurd û Tirkan dike.
Her wiha behsa hevdîtinên destpêkê û bêserûber ên Kemalîstan jî dike ku piştre wek Kongreya Mezin hate binavkirin. Pirtûk belge û nîqaşên wê demê pêşkêş û rave dike.
Îsmaîl Beşîkçî li ser wê serdemê dibêje:
“Di navbera salên 1915-1925an de ji bo parçekirina Kurdistanê hewldaneke emperyalîst hat dayîn. Konferansa Lozanê belgeyek e ku vê parçebûna emperyalîst xurt dike.
Kemalîstan ji vê parçebûnê pareke mezin wergirt. Wan ev yek bi hevahengiya emperyalîzma Îngîlîzan û Fransiyan bi dest xist.
Bi vî awayî beşeke mezin a Kurdistanê ket destê Komara Tirkiyeyê ya ku nû hatibû avakirin. Ji ber vê parçebûnê Kurdistaneke Tirkiyeyê heye, Îraq, Îran û Sûriye jî xwedî Kurdistanekê ne lê Kurdistaneke Kurdan nîne.”
Her çar pirtûk li pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê bi dest dikevin.
Rûdaw