Yekem car e konsereke operayê li Herêma Kurdistanê hat sazdan û hunermenda operayê ya Kurd Soprano Pervîn Çakar tê de beşdar bû ku konser ji aliyê Mala Muzîkê ya Zehawî ve li Keleha Hewlêrê hat sazdan.
Konsera operayê ya Soprano Pervîn Çakar roja Pêncşema 25ê Tebaxa 2022an hat kirin ku yekem car e li Herêma Kurdistanê konserekê dike.
Soprano Pervîn Çakar piştî konserê hestên xwe ji Rûdawê re anîn ziman, “Yekem car bû, ez gelekî bi kelecan bûm, min got belkî li Kurdistanê gelê me ji operayê hez neke hemûyan li çepikan xistin û ez gelekî serbilind bûm, kêfxweş bûm. Spasiya hemûyan dikim.”
Rêveberê Mala Mûzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî jî li ser konserê got, “Şewazeke gelekî zehmet e, her kes û neteweyek nikare ji operayê hez bike. Bi rastî îşev temaşevanekî 300 kesî demjimêrek û 20 xulekan guhdariya operayê kirin.”
Di konsera ku hejmareke zêde ya siyasetmedar, hunermend û hezkiriyên operayê tê de amade bûn, stran bi çend zimanan hatine pêşkêşkirin.
Piraniya stranan ên Kurdî yên kevin hatin gotin.
Mûzîkjen Şêrgo Mihemed Salih hestên xwe anîn ziman û got, “Ji bo me derdikeve ku muzîka Kurdî çiqasî dewlemend e û çiqas guncav e berhemhênerên Kurd bikarin kar li ser bikin ku zimanê Kurdî jî bibe zimanekî cîhanî di xwendina operayê de.”
Mamostayê Zanko Botan Mecîd ê ku beşdarî konserê bibû got, “Hatina hunermendên bi vê şêwazê dibe hander ji bo ku li Kurdistanê xelk zêdetir girîngiyê bidine hunerên cûrbicûr bidin. Tenê li ser rêçikên berê nemînin.”
Fermanber Qelender Berzencî anî ziman, “Em li operayê aşnayê operayê bûn lê bi rastî gelekî baş ew stranên Kurdî kiribû opera, dema te guhdar dikir te didît ku ji awazên klasîk an jî yên bi zimanên din ne kêmtir bû.”
Rûdaw