Çaremîn yekîneya Hêzên Pêşmerge ber bi Kobaniyê ve birê ket.
Yekîneya nû ji 124 pêşmergeyan pêk tê û vê sibehê ji balafiregeha Hewlêrê ber bi Rihayê ve kete rê. Çav li rêye ku pêşmerge vê êvarê derbasî Kobaniyê bibin û ên ev demeke li Kobaniyê ne jî vegerên Baş»rê Kurdistanê.
Weke tê zanîn berî niha jî sê yekîneyên Hêzên Pêşmerge ji bo rizgarkirina Kobaniyê ji Hêzên DAÎŞê çûbûn Kobaniyê û di rizgarkirina Kobaniyê de roleke taînker leyistibûn.