Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana
Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da nasîn
“L’impossible Kurdîstan: du rêve inachevé à l’assassinat du leader kurde Ghassemlou / Kurdistana nemimkun: ji xewna temamnebûyî ta kuştina lîderê kurd Qasimlo” ku wergera fransizî ya pirtûka Prunhuber a binavê “Dreaming Kurdistan” e û wergera wê ji alî Josefa Bertolîno ve hatiyê çêkirin ji alî nivîskarê bixwe ve, di 20ê mehê de, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê hate danasîn û îmze kirin.
Nivîskar û rojnamevan Carol Prunhuber gelek caran seredana rojhilatê Kurdistanê kiriye û Dr. Qasimlo jî di 1983yê de nas kiriye û heta kurştina wî jî dostaniya wan hebûye. Pirtûka wê ya li ser jiyana Dr. Qasimlo “Dreaming Kurdistan” cara pêşîn, weke ji navê wê jî diyar e bi ingilîzî, di 1919ê de, di nav weşanên Peter Lang de derketiye.
Birêz Prunhuber di axavtina xwe ya danasîna pirtûkê de wiha got “Weke Venezuelayiyekê hinek dikarin bêjin ku nasîna min a bi Kurdan re tesadufek bû, lê ji bo min di qedera min de hatibû nivîsîn. Ez naxwazim bahsa kitekitên hatina xwe ya ba Yilmaz Guney bikim, lê jixwe têkiliya min bi Enstîtuya kurdî ya parîsê û Kendal Nezan re hebû. Birêz Nezan carekê, di 1983yê de ez bi Dr. Qasimlo re dam nas kirin.
Di dema hevdîtinê de min nizanibû kesê li hemberî min kiye, ku bi fransiziyeke bêkêmasî dipeyivî û paşê jî bi farisî şiîrê Hafiz û Rûmî vedigotin û yekser werdigerandin fransizî. Ez li hemberî wî bûm û dora me tije meriv bûn. Zêde wext tê neçû min fêm kir ku kesekî ne ji rêzê û entelektuelekî mezin e. Paşê min navê wî bihîst ku Evdirehman Qasimlo ye û serekê berxwedana kurdî ya li hemberî Xumeynî ye.
Dema ku me sohbet dikir, li paş wî merivekî bi simbêl û awirtûj hebû. Qasimlo pakêta xwe derxist cixareyek dirêjî wî kir û bibişirîneke tinazker got, ‘Ev e hûn dibînin nûnerekî partiyeke burjuwazî ku cixareyekê îkramî nûnerê partiyeke proleter dike!’, her kes keniya, lê ez tê negihîştim çima dikenin. Paşê ji min re gotin ku kesê navborî nûnerê Komela-ya Marxist û Lenînist bû... Ev henek ji bo tengijîna di navbera herdu aliyan de kêm bike kir, merivekî pir tinaz ker bû.
Min jî ji vê rewşê îstifadekir û çen pirs li ser berxwedan û şerê wî yê li hemberî Xumeynî jê kirin û wî jî bi ciwamêrî û bi gelek henekan bersiva min da. Piştî demekê ez vexwendim Kurdistanê, piştî du salan ez bi ekîbeke televizyona fransizî re ku dest bi dokumanterekî li ser pirsa kurdî ji bo Gama kiribû re çûm Kurdistanê.
Fikra amadekirina vê pirtûkê wê demî di serê min de zîl dabû. Min dest pê kir ji rojnameyên Venezuelayê re li ser Kurdan û doza wan gotar nivîsîn. Gava ku min kuştina wî, di 13ê tîrmeha 1989ê de bihîst, ez li Madrîdê bûm. Ev yek ji bo min bû şoqeke mezin, me dost û hevalên wî gişan zanibû ku kujer kî bûn, helbet merivên payebilin ên rejima îranî bûn.
Piştî merasima veşartina termê wî, min gulên xwe yên sipî danîn ser darbesta wî û xatir jê xwest, lê hêrseke mezin bi min re li dijî rejima kujer çê bû. Min gotarek di rojnameeyeke spanyolî de belav kir û berpirsiyariya rejima melayan a di vê trajediyê de dest nîşan dikir. Min diviya li ser jiyan û kuştina wî binivîsiya ku rojekê edalet ciyê xwe bigre. Min piştî du mehan dest bi nivîsîna pirtûka xwe kir, tiştê ku bi xwîne dihate nivîsîn wê çu carî nehata jêbirin.
Berî kuştina wî, dema ku min piştî mirina Yilmaz Guney jê re nivîsa ku li ser wî nivîsî bû xwend, Dr. Qsimlo li min zîvirî ji min re got: ‘Gava ku ez jî bimrim ez dixwazim ku tu pirtûkekê li ser jiyana min û doza kurdî, dîroka gelê min binivîsî.’ Ez hinekî xemgîn bûm û bişirîm, min nizanibû çi bêjim, lê min got baş e. Min daxwaza wî ji wê çaxê de di bîra xwe de bicîh kiribû.
Bi dirêjayiya dîrokê serokên kurdan ji alî dijminên wan ve hatin Kuştin, wî bi xwe ji min re carekê gotibû, ‘Dema ku Simko hate kuştin ez çêbûme, ne eynî rojê ye, lê ev negirîng e. Tu tê dighêyî dema serokek tê kuştin yekî din çê dibe.’
Di kuştin Dr. Qsimlo û her du helvalên wî de, tişta ku min û hevalên wî şaş mat kir, hevkariya desthilat Awisturyayê ya ji bo ‘rizgakirina’ kujerên wî hevalên wî bû. Ev cînayet nehate darizandin, karbidestên Awisturyayê hemî riyên li ber darizandina qatilan girtin, çavên xwe li vê qetlîamê girtin. Ev cînayeteke siyasî bû, hemî hewildanên lêkolînê yên havjîna wî Elena Qasimlo ji alî polîs û desthilatdarên Awistiryayê ve hatin asten kirin.
Ev pirtûk bi alîkariya Enstîtuya kurdî ji alî Josefa Bertolîno ve hate weergerandin. Ez sipasiya wan dikim û sibasiya we guhdarîn ezîz dikim ku dixwazin bîranîna Dr. Qasimlo zindî bihêlin da ku rojekê qatilên wî û hevalên wî bên eşkere kirin...”
Yaqûb Karademir
Rûpela Nû, Parîs