Çavuşoglu eşkere kir ku ev nexşere wê li herêmên din jî pêk were û çekên dane YPGê dê ji wan werin standin.
'MODELA MINBIÇÊ DÊ LI HIN DEVERÊN DIN JÎ WERE SEPANDIN'
Wezîrê tirk da zanîn ku di hevdîtinên li Amerîkayê de pêwendiyên aborî yên herdu aliyan jî hatin nirxandin û gazincên xwe kirin. Çavuşoglu: "Di beşa ewil a pêvajoya ku me pejirand de, ekîbên me dê xebatek amadehiyê biajon, hevalên ji îstîxbaratê, serekaniyê û wezareta berevaniyê dê civînekê li dar bixin, piştre beşa sepandina modelê dê bê lidarxistin." Çavuşoglu got ku piştî qedandina modela Minbiçê, li hin devêrên din jî heman model dê bê sepandin.
'VEKŞÎN DI NAV 6 MEHAN DE DÊ PÊK WERE, ÇEK JÎ WÊ PAŞ DE BÊN STENDIN'
Wezîrê tirk Çavuşoglu eşkere kir ku serokê berê Barack Obama soz dabû ku dê YPG ji Minbiçê vekişe lê ti carî ev soz nehat cih, ji ber vê meseleyê pêwendiyên me hatin ber qutkirinê, herwiha li gor nexşereyê piştî ku YPG ji Minbiçê vekişe dê çekên ku hatine radestkirin jê bên stendin, vekşîn jî di hundirê 6 mehan de wê pêk were.
(Sputnik)