Çavuşoglu di dema serdana xwe ya li Avusturyayê de axivî û got, "Operasyona Efrînê heta meha gulanê wê biqede.
Çavuşoğu got; li Iraqê jî dê li dijî PKKê operasyona dersînor were lidarxistin û ev operasyon dê bi hevkariya Iraqê were lidarxistin. Ger operasyona Efrînê neqede jî, em dikarin herdu operasyonan bi hev re bimeşînin."
Çavuşoglu got, hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim niha li Swêdê ye û me ji wî welatî daxwaz kir ku wî bi awayekî demkî bigirin.