Çavuşoğlu: Grûbên bi ser Haşdî Şabî êrîşê kampa Başîka kirin

.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu tevlî bernameya Habertürk Tv yê ya Tirkiyê bû û navê grûba ku di 14 ê meha nîsanê de bi roketan êrîşê ser baregeha Tirkiyê ya Başîkayê kiribû, da. Di êrîşê de leşkerekî Tirkiyê can dabû û zarokekî ji gund birîndar bûbû.

Çavuşoğlu ragihand ku grûba di bin sîwana Haşdî Şabî de êrîşê kiriye û Haşdî Şabî destekê dide PKK ê jî. Çavuşoğlu weha dewam kir:

“Em baş zanin ku li pişt  êrîşê Haşdî Şabî heye. Ez bi rêya telefonê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî axifîm û Barzanî jî heman tiştê bo min got û hem agahiyên îstîxbarata Tirkiyê jî wisa dibêje.”


 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e