Çavûşoglu: Herêma ewle li bakûrê Sûriyê dê nebe mîna ya bakûrê Iraqê!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu dibêje, ew “herêma ewle” ya ku tê behsakirin li bakûrê Sûriyê were avakirin, dê mîna Başûrê Kurdistanê nebe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu li ser rewşa Sûriyê ji televîzyona A Haber re ragihandiye, Tirkiye rûdanên ku li Sûriyê diqewimin wek asayişa xwe ya niştimanî dibîne ji ber wê jî guhertinên li Sûriyê bo Tirkiyê gelekî girîng in.

Mevlût Çavûşoglu li ser wê “herêma ewle” ya ku serokê Amerîka Donald Trump xistibû rojevê, jî gotiye, Tirkiye amade ye û dikare bi tenê wê herêmê ava bike. Lê statûya wê dê herêmê dê mîna ya bakûrê Iraqê (qesta wî Başûrê Kurdistanê ye) nebe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê eşkere kiriye ku pêwendiyên wan bi rêjîma Sûriyê re jî hene û gotiye, ji bona me girîng nîne Esed dê bimîne yan na, lê pêwendiyên me bi awayekî ne rasterast bi rêjîmê re jî hene lê ne di asteke bilind de.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin