Çavuşoglu û Pompeo, pişti krîza Brunsonî li hev civiyan: Lihevkirinek pêk hat

Li Sengapure Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu derbarê çareserkirina pirsgirêkên herdu welatan li hevciviyan.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert eşkere kir, ku îro Wezîrê Derve Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkyê derbarê asayîkirina pêwendiyên herdu welatan li hev civiyan, tekez kir ku, civîn giring bû û lihevkirinek pêk hat.

Herwiha derbarê sizakirina wezîrê dadê yê Tirkiyê, Pompeo ragihand, ku sepandina sizayan li ser Tirkiyê, wê yekê nîşan dide, ku Amerîka li ser çarekirina pirsgirêkan li gel Enqerê cidî ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin