Berpirsê Pêwendiyên Giştî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, civîna di navbera PDK û YNKê de gelekî girîng bû. Her wiha got: “Derza di navbera YNK û PDKê de, ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê.”
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê Cafer Êmînkî ji K24ê re ragihand, civînên YNK û PDKê dê berdewam bin û hevahengiya di navbera PDK û YNKê de gelekî girîng e.
Got jî: PDKê gelekî hewl daye rê li ber jihevdûrketina li Herêma Kurdistanê bigire. Derza di navbera YNKê û PDKê de ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê û pir giring e ku hevpeymaniya PDK û YNKê dubare bibe.
Cafer Êmînkî tekez kir: “Em di hevahengî û hevkariya di navbera hêzên siyasî de, xwedî ezmûneke serkeftî ne.”
Derbarê pirsa encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî got: “Me qonaxeke baş ji danûstandinên bi YNKê re derbas kiriye û hewl didin ku derbarê encamdana hilbijartinan lihev bikin. Pêvajoya demokratîk divê ji nû ve were vejandin, ev yek wê bi hilbijartinan pêk were.”
Got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dikare du hilbijartinan bi hev re pêk bîne, gotûbêj hene ku hilbijartinên Kurdistanê û yên encûmenên parêzgehan bi hev re bên lidarxistin.”
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê tekez kir, “hilbijartin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, ne partiyan. Em paşde naçin, em li paşerojê dinêrin.”
Cafer Êmînkî derbarê hilbijartinên encûmena parêzgehan de jî got: Li navçeyên Kurdistanê lîsteyek me ya hevbeş nîne, lê giring e lîsteya hevbeş hebe. Pêwîst e jî berî lîsta hevbeş, peymaneke niştimanî îmza bikin.
Da zanîn jî: “Me daxwaz kiriye ku lîsteyek hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanî hebe.”
Cafer Êmînkî ragihand: “PDK'ê ti carî bawerî bi piranî û kêmaniyê neaniye û bi kar jî neaniye. Bihnfirefiya PDK'ê rê li ber gelek pirsgirêkên mezin girtiye û her tim di peyama xwe de rastgo bûye û jidil baweriya wê bi hevkariyê heye.”
K24