Cegerxwîn û berhemên wî

.

Yusuf Kaynak

Di ser çapkirina yekem a pirtûka “Cegerxwîn û Berhemên Wî” re tam 13 sal derbas bûn. Ji nû ve çapkirina çapa 2. ji aliyê "Weşanên Na" ve hem bi revîzekirin û hem jî bi hin pêvekirinan dibe ku hewcedariyên xwendevanên Kurd bi cih bîne.

Çapa yekem di sala 2010an de li Stenbolê ji aliyê “Weşanên Do” ve hatiye çapkirin. Niha divê çapeke nû bê çêkirin. Ji ber ku êdî li pirtûkfiroşan nayê peyda kirin. “Weşanên Do” jî weşana pirtûkan bi temamî rawestand. Di pirtûkên heyî de (*) der barê Cegerxwîn de agahiyên zêde nînin. Her çend li Tirkiyeyê hejmareke bes pirtûk/sêtên ku ji helbestên/dîvanê Cegerxwîn pêk tên hatine çapkirin jî, pirtûkên lêkolînê bi têra xwe bi Kurdî û Tirkî nehatine çapkirin. Nifşên ciwan êdî dikarin vî karî bikin.

Pirtûka bi navê ‘Cegerxwîn û Berhemên Wî’ teza min a ji derçûyê bû, çapa wê ya duyemîn ji aliyê “Weşanên Na” ve wekî pirtûkeke destan a bi zimanê Kurdî di warê agahdarî de dê bibe alîkar. Di eslê xwe de ne wek pirtûk, wek teza qedandina zanîngehê hatiye amadekirin. Bi dîtina min wergerandina wê bo Kurdî û çapkirina wê baş bû. Yên ku pirtûk xwendibin wê dizanin, yên ku nexwendine Cegerxwîn tenê wek helbestvanekî nas dikin, lê Cegerxwîn nivîskarekî piralî ye; Cegerxwîn di heman demê de dîroknas, folklornas, çîroknûs, zimanzan û wergêr e; ew jî siyasetmedarekî sosyalîst û aştîxwaz e. Cegerxwîn li ser van babetên navborî li gelek deveran ji bo Kurdan berhemên hêja nivîsî û weşand; Piraniya jiyana xwe bi xebatên siyasî û nivîskariyê derbas kiriye.

Bi vê çapa duyemîn (2yemîn) bê guman hûn dikarin têra xwe li ser Cegerxwîn agahiyan bigirin.

Em hêvî dikin ku li ser Cegerxwîn lêkolînên zanistî bên kirin.

----------------

* Prof. Ordîxane Celîl, ‘Helbesta Cegerxwîna Bajarvanîyê’, Yêrêvan, 1966.

* Cegerxwîn, ‘Jiyana Min’ – ‘My Life’, Stockholm, 1997

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'