CEIDê rapora xwe ya derbarê newekheviya zayendî de weşandiye

.

Rapor dixwaze balê bikişîne li ser pêşketinên di warê wekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê.

Komeleya Çavdêriya li Wekheviya Zayendî (CEID) Rapora Çavdêriya li Wekheviya Zayenda Civakî ya Tirkiyeyê weşandiye. Saziyê ev rapor bi alîkariya darayî ya Yekîtiya Ewropayê û ji bo Projeya CEIDizlerê amade kiriye.

Rapor dixwaze balê bikişîne li ser pêşketinên di warê wekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê.

Akademîsyenên pispor li bûyerên di navbera salên 2017 û 2021an de pêk hatine nêrîne û di 16 beşên sereke de rapor amade kirine.

Ev beş ew in: 1)Perwerde, 2)Tenduristî, 3) Îstîhdamkirin, 4) Tundkariya li ser jinan, 5) Zewacîn di temenên biçûk de û yên bi darê zorê, 6) Bazirganiya mirovî/jinan, 7) Mafên Bajarvaniyê û Xizmetguzirî, 8) Medya, 9) Bidestxistina Xizmetguzariya Olî, 10) Spor, 11)Beşdariya di biryarên siyasî de, 12) Xizanî, Parastina Civakî û Alîkariyên Civakî, 13) Bidesxistina edaletê, 14) Penaberên jin, 15) Kadên zanist, teknolojî, mihendîsî û matematîkê, 16) Mêr, mêrbûn û wekheviya zayenda civakî.

Di raporê de hin mijarên ku derketine pêş ev in:

Zewaca di temenên biçûk de û ya bi darê zorê ya ku cûreyekî tundkariya li ser jinan e, hê jî dewam dike. Rêjeya kesên temenên wan di navbera 20 û 24an de ye û beriya 18 saliya xwe hatine zewicandin, ji sedî 14,7 e.

Her weha hatiye diyarkirin ku di perwerdeya pîşeyî û ya teknîkê de rêjeya jinan kêm dibe. Li gorî daneyan kesên di dibistanên pîşeyî û teknîkê de kar dikin ji sedî 44 jin û ji sedî 56 jî mêr in. Di sala 2020an de ev rêje ji bo jinan daketiye ji sedî 38,6 û ji bo mêra derketiye ji sedî 61,4an. 

Bianet

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn