Jîndarê min,
Cejna Newrozê li te, li dê, bav û pîr û kalanê te û hemû gelê kurd pîroz be. Kurê min, berxê min, gerevanê nava dilê mın. Bapîrê te Şêx Mehmûd ji bo zarokên xwe wek dibistaneka netewî bû û em di wê dibistanê de perwerde bûn. Wî hertim ji me re digot "min we bi fikrên neteweyî perwerde kir ji bo ku hûn jî zarokên xwe li ser vê rêçê perwerde bikin".
Li welatê xerîbîyê herçiqas zehmet be jî divê em ji rêçika bav û kalanên xwe şaş nebin, berya her tiştî dilsojê netewê xwe bin.
Weka duh tê bîra min, sala 2003ya bû û tu hêja 9 salî bûy, ji 21ê Adarê re çend roj mabû. Ji bo pîrozbahîya cejna Newrozê med dest bi amedekariyan kiribû, hem li derve û hem jî di nav malbata xwe de. Em bi kesên derdora xwe re dipeyivîn û me gelek caran di derheqê Newrozê de sohbet dikir. Rojek te li nav çavên min nihêrt û pirsî: "Bavo em çima Newrozê pêroz dikin?" Ez bi vê pirsa te gelek kêfxweş bûm û min wekî hergav bi kêf û eşq bersîva pirsa te da.
Min bi kurtayî behsa Dehaqê hukumdar ê ku kurd ji ber zilma wî perêşan bûbûn kir. Min got ku wî kurda kiribû koleyên xwe, mal û milkên wan talan dikir, zar û zêçên wan serjê dikir. Gelek sal bi vî awayî derbas bûbûn. Êdî kêrê dabû hestiyê gelê kurd.
Kawa yê hesinker tevgerek bi dizî ava dike. Êvara 20ê adarê li hemû deverên Kurdistanê kurd serî hildidin. Kawa û hinek hevalên xwe li paytextê êrîşî kela Dehak dikin. Kawa li wê derê Dehak dikujê.
Kawa û hevalên xwe, ji bo ku mizgînê bidin gel, li ser bircên kelê agir pê dixin. Pêxistina agir tê mana ku idî Dehak hatiye kuştinê.
Te guhên xwe miç kiribû û bi dil û can li min guhdarî kiribû. Piştî ku min çîroka xwe qedan te li nav çavên min carek din nihêrt û got:
- Emê êvara 20 Adarê li taxa xwe jî agirê Newrozê pêxin, newsa?
Ev fikreka gelek xweş bû. Me xwest em wê salê li gel hinek cîranên xwe, şeva 20ê Adarê li Stenbolè, li taxa Esenkentê, cejna Newrozê bi agirek geş, bi dîlanek gelek xweş pîroz bikin. Me agir pê xist û govendê li dar xist, lê mixabin piştî demek cendirmên devleta tirk hatin û em ji wê derê belawela kirin. Em tev mirûzdayî vegerîyan mala xwe. Tu şaşomaşo bûbûyî. Te di ber xwe de got: " Ev çi zilm û zordestî ye? Em cejna xwe pîroz dikin, vana nahêlin".
Berxê min, rihê min, tu qet meraqa neke, piştî çûndina te jî gelê me hersal agirê Newrozê pê dixe, geş dike û cejna xwe bi coşek mezin pîroz dike.
Newroza te pîroz be, tu xweş helal bî kurê minî delal.
Necip YEŞİL