Cejna Zimanê Kurdî pîroz be û her kurdek divê kurdî biaxive û bixwîne û binivîsîne

Îbrahim Guçlu

Îbrahîm GÜÇLÜ

15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê kuırdî ye. Cejna Zimanê kurdî li hemwelatiyên Kurdistanê û neteweya kurd pîroz be. Divê ku salê her roj û 365 roj ji bona kurda bibe cejna zimanê me yê pîroz. Lewra zimanê me li Tirkiyeyê û li Iranê û li Sûriyeyê ne zimanê fermî û perwerdeyî ye. Ji wê girîngtir jî dewletên konyalîst dixwazin ku zimanê kurdi ji hole rakin. Lewra siyaseta wan dewletan ya fermî tunekirina neteweya kurd e. Neteweya kurd jî, dema zimanê kurdî ji hole rabe tune dibe û diqede.

Loma jî cejna zimanê kurdî jî, ji bona her kurdekî hebûn û nebûna wan divê bine bîra wan. Divê her kurdek jî, ji bona ku zimanê kurdî geş bibe û pêşve biçe, dive bi her awayî zimanê xwe re xwedî derkeve.   

Wek tê zanîn û jiyana mirovatiyê jî diyar kiriye ku ziman, ji bona civatan û neteweyan hebûn e, hêjeyeke  dîrokî û girîng e. Ziman civat û neteweyan pêş dixe. Çandê, edebiyatê, dîrokê diafrinê. Civat û netewe, bi ziman, bi hev re danûstandin dikin. Ziman nebe civat û netew nabin. Loma jî dikarin bibêjim ku însanetî bi ziman derkete hole û însanetiyê xwe bi ziman afirand. Însanetiyê bi hev re bi ziman  danûstandin kir û danûstandinên xwe pêş xistin.

Zimanê kurdî jî hebûn û jiyan û berdewamî û hêjayiya dîrokî û esasî ya neteweya kurd e. Loma jî dewletên kolonyalîst stratejiyên gelek xeter-girîng dimeşînin ku zimanê kurdî ji hole rakin. Lewra ew dizanin ku dema zimanê kurdî biqede, neteweya kurd diqede û jiholê radibe.

Divê her kurdek ji bona ku siyaseta dewletên kolonyalîst ya tune kirina zimanê kurdî û neteweya kurd vala derkeve û bi sernekeve, li mala xwe, bi cîranên xwe re, li bazarê, li dezgehan bi hev re kurdî qise bikin û biaxivin.

Di vê mijarê de li ser milên  rêxistinên siyasî û sivîl yên Kurd û Kurdistanê wezîfeyeke girîng heye. Divê rêxistin di kar û xebatên xwe de zimanê kurdî bikin zimanê fermî. Divê berpirsiyar û endamên rêxistinên siyasî û sivîl bi hev re kurdî qise bikin. Civînên xwe bi kurdî bimeşînin. Di pêwendiyên nav xwe û organên xwe de kurdî bikin zimanê nivîsandinê. Endamên rêxistinên siyasî û sivîl kurdî bixwînin û binivsînin. Ji bona vê jî rêxistin endamê xwe perwerde bikin.

Divê rêxistinên siyasî û sivîl ji bona ku her kurdek û civata kurd kurdî qise bikin, hewil bidin û bibin alîkar, ji bona zimanê kurdî qempenyayên axivtina zimanê kurdî, xwemdin û nivîsandina kurdî lidar bixin.

Nivîskar, rewşenbîr, kurdpewer jî dive kurdî qise bikin, bixwînin, binivîsînin. Di nav gel de rol û wezîfeya xwe pêk bînin.

Lê ji bona ku zimanê kurdî mayinde be, pêşbikeve, neteweya kurd li ser piya bihêle, divê asîmîlasyonê xelas bibe. Loma jî  dive bibê zimanê fermî û perwerdeyî. Loma jî li Bakurê Kurdistanê hemû rêxistinên siyasî û sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, kurdpewer ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyî xebat bikin. Ji bona vê xebatên tê meşandin têrê nake. Divê xebat hîn bi xurtî û organîzekirî û hevbeş bê meşandin.

Isal jî hemû kurderweran, rêxistinên Kurdistanê cejna zimanê kurdî bi xurtî pîroz kirin. Partiya Welatparêzên Kurdistanê, Platforma Ciwanên Serbixwe, Platforma Zimanê Kuredî, HEZ KURDê, ji bona zimanê kurdî xebatên hêja meşandin. Bi taybetî jî xebata Partiya Welatparêzên Kurdistanê li gelek bajaran, gelek girîng û balkêş bû. 

Partiya Welatparêzên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de nerîn û daxwazên hemû kurdan û kurdperweran anî ser zimên Ez beşekî daxuyaniyê pêşkêş dikim.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê dibêje:

“Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di bin zext û neheqî û xeterîyeke mezin da ye.

“Eve 100 sal e Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestîye zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) tune bike. Helbete ku vê sîyaseta şowenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kirîye. Lê tu sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

“Îro lêxwedîderketina zimanê kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe. Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a zarokên Kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

“Divê em di jîyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bikar bînin.

“Helbete ku jiber rastîya miletê me, em mecbûrin ku li gel zimanê Kurdî , zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya sîyasî de bikar bînin. Lê divê hemû partîyên kurd û Kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê kurdî wek zimanê esasî bikarbînin. Hemû endamên partîyên Kurd û Kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bikarbînin.

“Divê dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

“Divê em wek Kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkîyeyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

“Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.Divê 365 rojên salê jibo me roja zimanê kurdî be.”

 

Diyarbekîr, 16. 05. 2024