Çekdaran 165 darên meyweyan li gundekî Efrînê birîn

.

Jêderên xwecihî dan zanîn, çekdarên grûpa Sultan Silêman Şah (Emşat) roja 11ê Mijdarê 165 darên kakî li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa birîn.

Diyar kirin jî, ew dar ên welatiyekî gundê Kurzêlê ne û bi armanca firotana wan li bazaran wek êzing, hatine birîn.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran ve di Adara 2018an de, ji bilî tawanên kuştin, revandin, dizî û talana mal û milkên welatiyên Kurd, grûpên çekdaran dest danîne ser bi hezaran dar û zeviyên koçberên Kurd û bi dehhezaran dar birîne û wek êzing firotine.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir