Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên grûba Sultan Murad pêr 15ê Cotmehê bi ser gundê Gobeleka yê navçeya Şera de girt û dest bi pişkinîna malên gundiyan kirin.
Diyar kir jî, wê grûpê 4 welatiyên wî gundî (Emîn Husên, Nîdal Husên, Nedîm Husên û Mistefa Mihemed) revandin û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.
Wê rêxistina mafên mirovan da xuyakirin, grûpên çekdar ji bilî revandina welatiyên Efrînê, eşkencedana wan û sepandina bacan li ser wan, dest danîne ser berhemên zêdetir ji 135 hezar darên zeytûnan yên gundên i navçeya Bilbilê.