Çekdaran 4 welatiyên Efrînê revandin

Li Efrînê bi armanca standina pereyan ji wan, revandin welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e û li navçeya Mabeta 4 kes hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî ligel hêzeke Tirkî roja 12ê vê mehê 4 gundî li gundên Birka û Mehresê yên navçeya Mabet revandin û piştî ku ji her kesekî 150 hezar Lîreyên Sûrî standin ew berdan, lê roja din grûpa Cebhe El Şamiyê dîsa ew her çar kes careke din revandin.

Navên kesên revandî wiha ne: Zekeriya Ehmed Silêman, Kawa Izet Silêman, Henîf Husên Silêman û Heyder Şalîk.

Ji aliyekî din ve, li navçeya Şiyê grûpa Emşat ligel hin bazirganan bi darê zorê cotkaran neçar dikin ku ji sedî 50 ji berhema zeytûnan bidin wê grûpê.

Di beşeke din a raporta Rêxistina Mafên Mirovan de hat, grûpên çekdar bi armanca lêgerîn li entîke û zêran darên zeytûnê yên gundên Qaşa û Bîbaka yên navçeya Bilbilê de dibirin û bi wesaitên kolandinê yên mezin nava zeviyan dikolin.

 K24

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes