Çekdaran daristanên Efrînê şewitandin!

Grubên çekdar ên li Efrînê bi armanca firotana daran û çêkirina komirê, agir bi çiya û daristanên Efrînê dixîn.

Grubên çekdar ên li Efrînê bi armanca firotana daran û çêkirina komirê, agir bi çiya û daristanên Efrînê dixîn.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grubên çekdar û bi hevrêziya bi koçberên ji navçeyên din ên Sûriyê yên li Efrînê bicih bûne, bi armanca birîna daran û çêkirina komir, agir bi çiya û daristanên gundê Xelîl, Şiyê, Tetera, Hecîka, Cindirêsê, Elbîskê û Reco û derdora Efrînê dixîn û dişewitînin.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di beşeke din a raporta xwe de belav kir, hejmarek ji koçberên Ereb kêlên gorên gundê Gabeleka yê navçeya Şera şikandin.


wê yekê kir jî diyar kir, ku ti sedem yan bihaneyek ji bo şikandina kêlên goran tune ye, tenê armanca wan ew e, goristanên olî yên Misliman û Êzidiyan û cihên pîroz wêran bikin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn