Çekdaran kurdekî din ê Efrînê di bin eşkenceyê de kuşt

.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, îro kesekî din di bin eşkenceyê de kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro balev kir, welatiyê bi navê Luqman Yûsif ku karmendê Encûmena Xwecihî yê Cindirêsê ye û karê ajokariyê dike, ji roja 3.9.2020an ve ligel hejmarek ji karmendên wê Encûmenê ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin.

Ragihand jî, Luqman Yûsif di bin eşkencedana hovane ya çekdaran de hate kuştin.

Wê rêxistinê diyar kir, çekdaran îro danê berbangê termê Luqman Yûsif radestî malbata wî kirin û li goristana gundê Yelanqozê hate veşartin.

Rêxistina Mafên Miravan da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî raporteke bijîşkî derbarê mirina wî de derxistin û îdîa kirin ku ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye.

Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin hovîtiya eşkenceya grûpên çekdar de tê kuştin, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, zêdetir ji 40 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya çekdaran de hatine kuştin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne