Çekdaran Kurdekî din jî bi îşkencê kuşt!

Zincîreya kuştina Kurdên Efrînê di bin îşkenceya grubên çekdar de berdewam dike û vê carê Kurdekî ji gundê Behdîna piştî revandina 9 mehan di bin îşkenceyê de hat kuştin.

Zincîreya kuştina Kurdên Efrînê di bin îşkenceya grubên çekdar de berdewam dike û vê carê Kurdekî ji gundê Behdîna piştî revandina 9 mehan di bin îşkenceyê de hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grubeke çekdar ji berî 9 mehan welatiyê ji gundê Behdîna Beyrem Sîno revandibû û piştî lêdan û eşkenceyên hovane, malbata wî agahdar kirin ku beyrem di girtîgehên wan de canê xwe jidest daye.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, destpêkê Beyrem ji aliyê gruba bi navê Ehfad El Resûl hatibû revandin û piştre wê grûpê ew radestî gruba Muhtesim Billah kir, li cem wan jî lêdan û îşkenceyê hovane lê dihat kirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve, bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û îşkencedan.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne