Çekdaran li Efrînê 520 darên fêkî birî û kir êzing

.

Çekdarên girêdayî Tirkiyê yên li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, li du gundan 520 darên welatiyan birîn û kirin êzing.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efîrn – Sûriyê ragihandiye ku çekdaran 500 darên berhemdar ên hinar û hirmiyan ên welatiyên gundê Kurzêlê yê Efrînê birîne ku 200 dar yên welatiyê bi navê Elî Hemo, 200 dar ên Merwan Hemo û 100 jî yên Ekrem Hemo bûn.

Hate diyarkirin ku li gundê Naza yê navçeya Şerayê jî, çekdaran 20 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Edhem Xelîl birîne.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efîrn – Sûriyê eşkere kir, ji destpêka îsal ve çekdaran 970 darên behmedar li Efrînê birîne û kirine êzing.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da