Çekdarên DAIŞê li Xaneqînê fermandeyekî Heşda Şeibî kuştin

Li bajarê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin û fermandeyekî Heşda Şeibî kuştin.

Efserekî polîs li Diyale bi navê Elî Heyder ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Bawe Mehmûd ya Xaneqînê û gundê Şêx Bawe yê nahiya Gulale ya Xaneqînê êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.

Wî efserî da zanîn, di wê êrişê de fermandeyekî Heşda Şeibî bi navê Husên Rezaq hat kuştin.

Wî efserê Iraqî anî ziman ku terorîstên DAIŞê heman şevê li gundê Gulayî, ku dikeve navbera Xaneqîn û Gulale, bi qenasan êrişî hêzên Iraqî kirin.

Bi gotina wî polîsî, kuştiyên DAIŞê jî hene lê nayê zanîn çend kes in.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes