Navenda Nûçeyan- Rewangeha Surîyê ya Mafên Mirovan belavkirî, Komên çekdarên ser bi Tirkîyê ve, hêj di kiryarên xwe yên binpêkirina mafên hemwelatîyên Kurd li Efrînê berdewam in.
Li gor Rewangeha Sûrî ew kiryarên çekdaran li dijî wan Kurdan e yên naxwazin malên xwe bicîh bihêlin.
Li gor Rewangeha Sûrî du hemwelatîyên Kurd ku ji Şilrewne diçûn efrînê li xaleke kontrolê ya ser bi firqeya Elhemzat li devera Tirinde hatin girtin û heya niha jî sedema girtina wan ne hatîye zanîn.
Çavkanî: Basnews