Çekdarên ser bi Tirkîyê 3 hemwelatîyên Efrînê revandin

Grubeke çekdar a ser bi artêşa Tirkîyê ve 3 hemwelatîyên Kurd ji gundekî Efrînê revandin û li 2 kesên din jî digerin.

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya K24ê ku ji jêderekî Efrînê vergirtîye, duh 10ê Gulanê gruba El Hemzat 3 welatî ji gundê Şorbe yê navçeya Mabeta revandin, ew jî muxtarê gund Reşîd Muslim Omer, Hesen Ehmed Bêrem û Idrîs Seydo Cafer in.

Li gor heman çavkanîyê, ew gruba çekdar daxwaza girtina 2 kesên din bi navê Eslan Emîn Omer û Ismet Mamo Husên kir, lê ji ber ku ew ne li gund bûn, nehatin revandin, lê ew çekdar hîna li wan digerin.

Artêşa Tirkîyê û grubên çekdar ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha bi hezaran welatî hatine revandine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes