Çekdarên ser bi Tirkîyê bi armanca lêgerîna entîkayan darên zeytûnê hilkirin

Li Efrînê kolandina cihên dîrokî bi armanca lêgerîna li entîkayan û hilkirina darên zeytûnê ji alîyê grubên çekdar ve berdewam e.

Navenda Nûçeyan - Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grubên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve bi wesayîtên kolandinê yên mezin ve dest bi kolandina girê li gundê Kela kirine û dora 220 darên zeytûnê yên li derdora wî girî hilkirine.

Mijara kolandina girên dîrokî û şûnwarên Efrînê ji alîyê grûpên çekdar ve ji dema dagîrkirina Efrînê ve destpê kirîye. Li gor zanyarîyên rêxistinên binpêkirinên Efrînê belge dikin, zêdetir ji 50 cihên dîrokî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û wêrankirin. Herwiha bi hezaran jî darên zeytûnê hatin hilkirin û qutkirin.

Ji alîyekî din ve jêderekî din ji K24ê re dîyar kir jî, grûpa Cebhe El Şamîyê baca 600 Dolar li 5 cotkarên gundê Memila û Omera yên navçeya Reco spandine û ji wan re gotine, heger ew bacê nedin, dê tirektorên wan desteser bikin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e