Çekdarên Talîbanê bi ser weşana zindî de girtin

.

Çekdarên Tevgera Talîbanê ku niha Afganistan xistiye kontrola xwe, bi ser studyoya televizyonê de girtin ku pêşkeşvan di weşana zindî de bû.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, çekdarên Talîbanê dora pêşkeşvan pêçane û jê daxwaz dikin ku ligel wan biaxive.

Di dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin de, çekdarên Talîbanê bi pêşkeşvanê TVyê re nîqaşê dikin.

Li gorî ragihandiya BBCyê ji dîmenan derketiye holê ku çekdar di studyoyê de pêşkeşvan guhdar dikin û pêşkeşvan jî behsa hilweşîna hikûmeta Eşref Xenî dike û ji xelkê Afgan daxwazê dike ji Mîrektiya Îslamî ya Afganistanê ango Talîbanê netirsin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e