Çekdarên Tirkiyê li gundekî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê malên welatiyan şêlandin û dirv û tapoyên xaniyên wan dizîn.
Li gorî agahiyan, duhî komek çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê El Hemamat yê Serê Kaniyê sê malên xelkê şêlandin.
Çekdaran piştî şêlandina xaniyan, 50 hezar lîreyên Sûrî yên zilamekî û tapoyên xaniyên wan dizîn.