Navenda Nûçeyan- Ekrem Hesenê Qamişloyî, ku li bîrên petrolê yên li bajarê Dêrezorê ku dikeve rojavayê Sûrîyê, kar dike, dibêje di serdema Beşar Esed de ew dahata ku ji bîrên petrol ên li Dêrezorê dihat bidestxistin, jibilî Esed sûd jê nedigihişt ti kesî û bi van gotinan behsa wê serdemê dike:
“Bîrên petrolê yên li Dêrezorê demekê xaleke navendî ya kompanîyên navdewletî bûn. Dahata ku ji bîrên petrolê dihat bidestxistin, diçû bo xezîneya hikûmeta Sûrîyê lê ti hemwelatîyekî Sûrîyê ji wê dahatê sûdek wernedigirt.”
Ew bîrên petrolê yên li Dêrezorê niha di bin kontrola HSDê û serbazên Amerîkî yên hevalbendên wê de ye.
Tê dîyarkirin dahata ji wan bîrên petrolê dema ku di bin kontrola hikûmeta Sûrîyê de bûn, yekser diçû bo hesabên rêveberîya Esed.
Ekrem Hesen ji CNBCyê re dîyar kirîye, “Xelkê Sûrîyê sûdek ji dahata wan bîrên petrolê wernedigirt. Dahata ji wê derê dihat bidestxistin, yekser diçû bo berîka rejîmê.”
Alîyekî balkêş jî ew e ku piranîya berpirsên pilebilind ên li wan bîrên petrolê li Dêrezorê kar dikirin, ji bajarê Lazqîyê bûn ku Beşar Esed li wî bajarî jidayîk bûye û herî zêde serwerîya wî li ser wê deverê heye.
Hesen dibêje wê serdema hikûmeta Sûrîyê de, kesên hevbajarîyên Esed ji wî re digotin, ‘petrola Erebî ya Ereban e’ û dibêje wî qet hizir nedinekir ku di rastîyê de jî wisa be.
Piştî bi salan, bi destpêkirina serhildanê û paşê jî şerê navxwe li Sûrîyê, qadên li wî welatî bûn deverên şer. Bîrên petrolê yên li wê navçeyê, bo heyama 3 salan çavkanîya darayî ya DAIŞê dabîn dikirin. Li gor raporteke wê kenala Amerîkî, DAIŞê rojane 30 ta 40 hezar bermîl petrol berhem dianî û ji vê jî 2 heta 3 milyon dolar dahat bidest dixist û ew li xezîneya xwe zêde dikir.
Aborîya Sûrîyê ji ber şerê navxwe yê ku berî 8 salan dest pê kir û heta niha jî dewam dike, hilweşîyaye. Welatên mezin ên cîhan û navçeyê ku xwedî aborîyeke bihêz in, wisa xuya dike rê nadin aborîya Sûrîyê careke din bê avedankirin.
Li gor raporta Factbook a CIAya îstîxbareta Amerîkayê, di heyama 8 salên derbasbûyî de berhemanîna xwemalî ya Sûrîyê ji sedî 70 kêm bû, rêjeya bêkarîyê ji sedî 50 derbas kir. Budceya salane ya Sûrîyê 2010an nêzikî 16 milyar dolar bû û 2017an de bo 1.16 milyar dolaran daket.
Bîrên petrolê yên li navçeyê niha di bin kontorola HSDê de ne û dahata wan bîrên petrolê ji alîyê Rêveberîya Xweser ve tê birêvebirin. Berî êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji sedî 30ê axa Sûrîyê di destê HSDê de bû.
Hêzên Sûrîya Demokratîk ku sala 2015an hat avakirin, sala 2017an bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de li rojavayê Sûrîyê, kontrol kir. Beşek ji dahata bîrên petrolê bo şer û xizmetgûzarîyên Rêveberîya Xweser û beşa din jî mûçeyên fermanberan tên texankirin.
Bîrên petrolê yên di destê hikûmeta Sûrîyê de
Şarezayê karûbarên aborîyê li Sûrîyê, Kerem Şener ji heman kenalê Amerîkî re ragihandîye, “Eger em li gor standardên navdewletî binirxînin, berhemanîna petrolê ya Sûrîyê kêm e, lê eger em rewşa aborî ya vî welatî li ber çavan bigirin, bi qasî ku biçûk e, gelek girîng e jî.”
Li Sûrîyê berî destpêkirina krîzê, rêjeya petrola xav a ku li navçeyên li rojavayê welat dihat bidestxistin, rojane 375 bermîl bû û niha ew rêje daketîye bo rojane 10 bermîlan.
Li gor Kerem Şaarê ku eslê xwe ji Helebê ye, li wan navçeyên li jêr destê Esed de rojane pêdivî bi 60 bermîl petrolê heye. Ji sedî 95ê wê petrola pêwîst ji alîyê Îranê ve dihat dabînkirin.
Ji ber sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê di van heyamên dawîn de, rêveberîya Tehranê bo hikûmeta Sûrîyê ya hevalbenda xwe li gor berê nikare petrolê dabîn bike.
Lêkolîner û şarezayên Sûrîyê, tekez dikin ku ne pêkan e bi wê budceya di destê rejîma Sûrîyê de ew welat bê avedankirin û geşepêdan tê de pêk were. Taybet jî ji bo zêdekirina asta berhemanîna petrola rojane, pêwîstî bi nûjenkirina sîstem û bîrên petrolê heye ku ev yek jî dê demeke dirêj bigire.
Şerê li Sûrîyê jêrxaneya berhemanîna petrolê li wî welatî hilweşand. Ji ber nebûna sermîyana pêwîst di destê alîyên li Sûrîyê serwer de, sektora petrolê bi ti awayî ji nû ve nehat geşkirin. Ji ber şerê navxwe li Sûrîyê gelek navçeyên cuda û rêveberî çêbûne û her yek ji wan xwedîyê aborîya xwe ya serbixwe ne. Ev rewş jî li ber hinardekirina petrola amade li nav wî welatî astengeke mezin e.
Yucîno Dakîrma ku li navendeke sîyaset û lêkolînan a li Îtalyayê weke şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn kar dike, ji CNBCyê re dîyar kirîye, “Rejîma Sûrîyê di destê wê de petrol hebe an nebe, nekarîye ti caran ji bo pêşxistin û geşepêdana welat çavkanîyên pêwîst bikar bîne. Tenê ji bo ew ên ku li sazîyên dewletê kar dikin, dibe sûd ji dahata petrolê wergire. Di vê rewşê de helbet divê mûçeyên wan dabîn bike ku mil bi milê rejîmê şer kirine bo ew di pêşerojê de berê xwe li rejîmê venegerînin.”
Rojavaya di bin sîbera peywendîyên HSD û Amerîkayê de!
Hebûna Amerîkayê li navçeyê, qada tevgerê ya rejîma Sûrîyê û Rûsyayê li wê herêmê gelek asteng dike. Koşka Spî berî niha du caran biryar da bo vekişandina serbazên Amerîkî ji herêmên li jêr destê HSDê, lê piştre aşkere kir ku ew dê serbazên xwe li wan navçeyan bihêlin.
Navenda Nûçeyan- Biryarên rêveberîya Amerîkayê derbarê vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê, hem li gel Rêveberîya Xweser û hem jî li gel welatên Ewropayê bêbawerîyek pêk anîye. Piştî ku rêveberîya Amerîkayê meha Cotmehê aşkere kir ku ew dê ji Rojava vekişin, HSDê ji Washingtonê daxwaz kir ku serbazên Amerîkî li navçeyê bimînin heta ku li gel Esed an jî Rûsan digihijin rêkevtinekê.
Michael O'Hanlon ku li Enstîtuya Lêkolînan a Brookîngsê kar dike, dibêje tenê di warê aborî de serwerîyeke Amerîkayê li ser Esed heye.
Petrol ji bo encamdana rêkevtinekê kartekî girîng e ku niha di destê HSDê de ye û lewma di pêşerojê de li hemberî rêkevtineke li ser dabeşkirina petrolê, dibe ku rêveberîya Rojavayê Kurdistanê daxwaza xweserîyekê ji rejîmê bike.
Rûdaw