Celadê DAIŞê di destê HSDê de ye

Li gor nûçeya medyaya Belçîka, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji berî çend mehan ve yek ji girîngtirîn çekdarên DAIŞê ku bi çeladê DAIŞê li Reqayê bû destser kiriye.

Li gor nûçeya medyaya Belçîka, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji berî çend mehan ve yek ji girîngtirîn çekdarên DAIŞê ku bi çeladê DAIŞê li Reqayê bû destser kiriye.

Rojnameya “De Morgen” a Belçîkî nivîsiye: Enwer Hedoş ku bi Ebo Selmanê Belçîkî naskirî ye, niha li zîndaneke HSDê li bakurê Sûriyê ye. Ew û hevjîna wî di şerê bajarokê Baxozê de ketine destê HSDê.”

Wê rojnameyê li ser Enwer Hedoş diyar kir, Hedoş 35 salî ye û bi bidarvekirina 100 kesî li Reqayê tometbar e.

Pêştir, Serokê Komîta Dadwerî ya Encûmena Sivîl a Reqayê Îbrahîm Ferec ji rojnameya “La Libre Belgique” ragihandibû, Hedoş bi navê Ebo Selmanê Belçîkî naskirî ye û karê wî yê taybet serbirîna xelkê bû û dema serbirînê de neyarên DAIŞê û welatiyan li meydanê bazarê navendî ya Reqayê de bi neçarî temaşe bikin.

Herwiha desthilatên Fransî û Belçîkî dibêjin jî, celadê DAIŞê li Reqa Hedoş piştevaniya grûpên terorist li Broksel û Parîsê jî kiriye.  

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes