Celewla - Daqûq: Dîsan dexilûdanê cotkarên kurd hat şewitandin

Doh roja duşemê 25.05.2020an di roja duyem a cejna Remezanê de dîsan zevîyên cotkarên kurd li Daqûq û Celewlayê hatin şewitandin.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Rêveberîya Polîsê Dîyalayê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re axivî û got:”Li nahîyeya Celewlayê û Şêx Bawe agir bi cotkararn ketîye û herî kêm 30 donim zevîyên cotkrên kurd hatîye şewitandin.”

Herwiha Nîhad Mihemed aşkere jî kir terorîstên DAIŞê di dema xelk di cejnê de ne agir bi zevîyan xistine û xwestine zirarê bidin cotkaran.

Li alîyê din ligor zanyarîyan terorîstên DAIŞê li Daqûqê jî agir bi genimê cotkaran xistine.

Berpirsê Partîya Demokrata Kurdistanê li Daqûqê Hîwa Reşîd agir hatîye kontrolkirin û berîya kum ezin bibe hatîye kontrolkirin.

Cihê behsayê her sal terorîstên DAIŞê û ererbên li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi cî bûne dexil û dane cotkarên kurd dişewitînin û zirareke mezin didin cotkarên kurd.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e