Çemê Munzûrê havînan rawestgeha geştiyaran e, hinek ji bo ajelên kovî diçin

.

 Li qeraxa Çemê Munzûrê bi dehan seyrangeh hene ku ji Ewropa, Tirkiye û bajarên derdorên Dêrsimê geştiyar tên û di nav Parka Neteweyî ya Munzûrê de demên xweş derbas dikin.

Tenê sala par 2 milyon geştiyaran berê xwe daye Dêrsimê. Bi taybetî Dêrsimiyên Elewî yên ku li Ewropayê dijîn havînan ji bo serdana cîhên pîroz tên bajêr.

Kesayetên bajêr dibêjin potansiyela bajêr gelekî zedê ye lê divê kar û xebatên danasîn û xizmetguzariyê werin başkirin.

Li bajarên din pileya germahiyê zêde ye lê li Dêrsimê hewayeke hênik heye

Li Dêrsimê di nav parka neteweyî de li peravê Çemê Munzûrê Seyrangeha Halvoriyê heye.

Di vê demsalê de li gelek bajaran welatî ji germahiya zêde nikarin derkevin derve lê li Dêrsimê pileyên germahiyê di asta herî hênik de ye.

Ji ber wê jî geştiyar berê xwe didin qeraxê çem û lingên xwe dixin ava cemidî, di çem de avjeniyê dikin û demên hênik û xweş derbas dikin.

Geştiyarekî li ser Çemê Munzûrê got, “Herkes dikare behsa Behra Spî bike, ji ber ku her kesî ew der dîtiye lê encax yê ku dîtibin dikarin pesnê Munzûrê bidin.”

Geştiyara bi navê Gulsum Sarikayayê jî anî ziman, “Hêstên ku vê aramiya sade û vê xweşiya vir da min bi rastî jî gelekî cuda ne.”

Geştiyar Edalet Gokê got, “Min îro ev der dît lê ez gelekî xemgîn im ku ez heta îro nehatime. Bêhempa xweş e ev der.”

Kaniya çem li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê ye ku yek ji çavkaniyên Munzûr Baba ye.

Ji çavkaniyan heta Dêrsimê dirêjaya çem 75 kîlometre ye û av li cihekî digihe Çemê Feratê û heta Kendava Basrayê diherike.

Li dora çem bi dehan seyrangehên weke Seyrangeha Halvoriyê hene ku geştiyar li wan kampên xwe datînin û dikin rawestgehên havînî.

Geştiyarekî got, “Her kes tê li Munzûrê betlaneya xwe dike.”

Geştiyarê bi navê Hesen Okyay jî anî ziman, “Ez çûm ziyaretê, çûm Gola Çeto, çûm Ovacikê û niha jî li vir im.”

Di geliyê çem de wek pezkovî, hirç, rovî, gur, kîvroşk, sivorî cûre ajel û balinde dijîn û ew di bin parastinê de ne û nêçîra wan qedexe ye.

Gelek geştiyar jî bi taybetî ji bo dîtina wan ajelan tên. Heke ew bi siûd bin pêkan e ku li rastî çend cûre ajelan werin û bîranînên xwe şên bikin.

Xwedîyê Seyrangeha Halvoriyê Ehmet Memîcîl anî ziman, “Ji derveyê welêt însan tên vir. Havîna cîhê me hênik û xweş e. Xwarinên me xweş in. Însan ji bo geşta rojane tên vir.”

2022an ji Ewropa, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon geştiyaran berê xwe daye Dêrsimê lê berpirs dibêjin potansîyela bajêr zêdetir e lê divê projeyên xizmetguzariyê zêdetir bibin.

“Divê êdî em behsa hilberîn û aramiyê bikin”

Serokê Odeya Esnaf û Dukandarên Dêrsimê Xidir Belîce li ser Dêrsimê got:

“Divê êdî li vî bajarî em behsa hilberîn û aramiyê bikin. Ev koçberiya ku ji vir çêbûye divê em paş ve vegerînin û behsa rêgiriya li ber koçberiyê bikin.

Bi rastî jî di aliyê çandinî û geştiyarî, ajeldariyê de potansîyelek cidî ya bajêr heye.”

Li gorî efsaneyan çêbûna Çemê Munzûrê bi çîroka axayekî û şivanê wî bi sedan sal bere dest pê kiriye û ji îro pê ve berdewam ev çem diherike û derdora  xwe hem hênik hem jî jîndar dike.

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir