Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm sibe Amerîkayê digihe Hewlêrê

.

Cenazeyê parêzgerê rewa yê Kerkûkê û niştîmanperwerê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm ku 31ê Cotmehê li Washingtonê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû, sibe 6ê Mijdarê ji Amerîkayê digihe paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Wê cenazeyê Necmedîn Kerîm bi awayekî demkî li Hewlêrê bi axê bê spartin û dema  Kerkûk azad bû jî li ser wesîyeta wî bo Kerkûkê bê veguhestin.

Berdevkê malbata Necmedîn Kerîm, Karox Seyid Rizgar li ser anîna termê Dr. Necmedîn Kerîm got: “Hemû amadekarî ji bo vegerandina termê Necmedîn Kerîm bi dawî hatine û niha malbata wî ber bi Hewlêrê ve ketine rê û biryar e sibe înê demjimêr 14:00 piştî nîvro, bigihin Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.”

Karoz Seyid Rizgar da zanîn, li ser wesiyeta wî bi xwe, Necmedîn Kerîm bi awayekî demkî li Hewlêrê bi axê tê spartin, heta dema ku bajarê Kerkûkê tê azadkirin û di jêr ewlehî û aramiya Hêzên Pêşmerge de be, dê wê demê bi awayekî mayînde cenazeyê wî bo bajarê Kerkûkê yê pîroz bê veguhestin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne