Cenazeyê Narîn Guranê hat dîtin!

.

Termê Narîn Gurana 8 salî ku ji 21ê Tebaxê ve li Amedê winda bû hat dîtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser dîtina termê Narîn Guranê daxuyanî da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Narîna ku li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû mixabin termê wê ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hat dîtin.”

Narin Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê xwe Çilûyê winda bûbû û nehatibû dîtin.

Ji bo Narinê heman rojê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Narînê lêpirsîn dabû destpêkirin û di encamê de mamê Narînê ku di heman demê de muxtarê gund e S.G. hatibû girtin.

Heta niha derbarê dîtina cenazeyê Narîna 8 salî de ti hûrgiliyên din nehatine belavkirin.

Ketin û derketina gundê Çilûyê hatiye qedexekirin.

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin