Cenazeyê Nesrîn Qadirî ya li Tehranê hatibû kuştin li Merîwanê hat veşartin

.

Cenazeyê Nesrîn Qadirî ku ji mala xwe ya li Tehranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre ji ber lêdana polîsan canê xwe ji dest dayş, li Merîwanê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hat veşartin. Piştî veşartina cenaze li Merîwanê xwepêşdandan hatin kirin.

Xwepêşandanên ku j 17ê Îlonê ve li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî canjidestdana Jîna Emînî dest pê kiribûn û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bibûn, di hefteya xwe ya 8an de berdewam in.

Jina Kurd Nesrîn Qadirî ku beşdarî xwepêşandana roja Înê ya Tehranê bibû, di encama lêdana hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa, Qadirî roja Îniyê li bajarê Tehranê beşdarî xwepêşandanan bû. Hêzên ewlehiyê yên ku nasnameya Qadirî tespît kirin, danê êvarê bi ser mala wê de girtin, ew desteser kirin û bi daran lê dane, bêhiş bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Serê sibeha îro dema cenazeyê Nesrîn Qadirî, ku ji Tehranê gehişte Merîwan hat veşartin. Li gor zanyariyan bi guşara hêzên ewlekariyê bilez hatiye veşartin, daku xelk kom nebin.

Nesrîn Qadrî ya 35 salî xelka Merîwanê bû, lê Tehranê dima, di di sektora taybet de dixebitî.

Li Merîwanê xwepêşandan

Îro piştî veşartina cenazeyê Nesrîn Qadirî li bajarê merîwanê xwepêşandan birêve çûn û dûkan û bazar jî hatin daxistin. Şahidhalek diêje, li hemû şeqam û cadeyên Merîwanê xwepêşandan hebûn û hemû dukan û bazar girtî bûn. Xwepêşanderan êrîşî ofîsa parlamentera wî bajarî jî kirin ku xwepêşandan weke fitneçî binav kiribûn û gotibû divê bên tepeserkrin.

Rêveberiya Îranê heta niha ji bilî tundiyê ti rêyeke din ji bo bidawîkirina xwepêşandanan hewl nedaye. Rayedarên Îranê hertim xwepêşandanan weke lîstika hêzên derve şîrove dikin û dibêjin ku ew dê bi israr li dijî xwepêşanderan têbikoşin.

“304 kes hatine kuştin”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye ku ji destpêka xwepêşandanên wê carê ve 304 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, 41 kes ji wan zarok û 24 kes jî jin in.

Rêxistinê diyar kir ku herî zêde li Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê xwepêşander hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir