Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin

.

Cenazeyê Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî ku li Agiriyê winda bûbû hat dîtin. 

Li gundê Kûmlûgeçît ê girêdayî navenda Agiriyê duh Zeynelabidîn Çelîk ê 8 salî duh ji malê derketibû û agahî jê nehatibû girtin. Malbatê agahî da polîs û cendirmeyan. Tîmên lêgerînê yên AFAD'ê ji bo dîtina zarok xebat dan destpêkirin û cenazeyê zarok li Çemê Mûradê yê 4 kîlometre dûrî gund dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e