Çend gundên Pênciwên bi dronan hatin bombebarankirin

.

Gundên Zerdkaw, Beyane, Koşkawe û Renêne, ji aliyê dronan ve hatin bombebarankirin.

Çend gundên li sînorê bajarokê Pênciwên yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyên bêfirokevan hatin bombebarankirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, gundên Zerdkaw, Beyane, Koşkawe û Renêne, ji aliyê dronan ve hatin bombebarankirin.

Ev bombebaran piştî wê yekê tê, ku îro li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi guleyan hat kuştin, PKKê jî ragihand, ew endameke wan e.

Herwiha îro dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir, Dije Terora Kurdistanê ragihand, di êrîşê de du çekdarên PKKê hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin