Çend helbest ji Şêrko Bêkes*

Kurmancîkirin: Ednan Bedreddîn

Evîn

Min guh da dilê xakê,

behsa dildariya xwe û baranê bo min kir.

Min guh da dilê avê,

behsa evîna xwe û kaniyan bo min kir.

Min guh da dilê darê,

behsa evîna xwe û pelan kir.

Dema min guh da dilê yara xwe,

Behsa serbestiyê bo min kir.

 

Firat

Çemê Firatê,

gelek caran bêhn çikayî,

tê û li ba min dirûne.

Dest bi ser riha şepolane ve dibe,

û dibêje:

Helbestan birêse!

Ava dilê min û helbest in,

ku qet hejaran ji bîr nakin.

 

Mêvandarî

Baran bû mêvanê

oda min.

Gava çû,

li şûna xwe,

gulek bo min hişt.

Roj bû mêvanê

oda min.

Gava çû,

 li şûna xwe,

neynikeka biçûk bo min hişt.

Dar bû mêvanê

oda min.

Gava çû,

li şûna xwe,

şaneyek bo min hişt.

Û dema tu,

ey keça ciwan,

bûyî mêvanê oda min,

te li gel xwe,

gul û neynik û şane birin.

Lê li şûna xwe,

te helbesteka pir nazik

bo min hişt.

 

Mala min

Îşev hemû çira geş in,

lê mala min her tarî ye.

Çima tu ne vegeriyayî?

Îşev hemû çira vemirî ne,

lê mala min ronî ye.

Ma tu vegeriyayî?

 

Bizane

Ger heyv ji te ciwantir bûye,

min qet hez ji te nedikir.

Ger dengê mûzîkê,

ji yê te xweştir bûye,

min ticaran guhrdarî te nedikir.

Ger bejna sulavê,

ji ya te naziktir û rindtir bûye,

min qet temaşe te nedikir.

Eger bêhna bexçe

ji ya te xweştir bûye,

min qet tu bêhn nedkikirî.

Û ger li helbestên min bipirsî

bizane, ger ne mîna te ciwanbûne,

min ew qet nedinvîsîn!.

 

Eger..

Eger ji helbestên min,

gulan derînî,

ji çar demsalên min, yek dimire.

Eger yarê derînî,

dido dimirin.

Eger nan derînî,

sisê dimirin.

Eger azadiyê derînî,

sala min dimire,

û ez jî pê re.

 

Daxwaz

Min dixwest hespek bûme,

lê bi mercê ku siwarê min aşiq bûye.

Min dixwest neynikeka bilind bûme,

lê bi mercê ku di oda jeneka ciwan de bûme.

 

Min dixwest bexçegulekî sor bûme,

lê bi mercê ku di roja "Valentine" de,

pêşkêşî yarê bihatime kirin.

 

Min dixwest nanek bûme,

lê bi mercê ku bibûme taştê,

jibo jineka birçî.

Min dixwest rûbarek bûme,

lê bi mercê ku di nava Silêmanî de biçûme

Û herî dawî,

bê hîç mercek,

min dixwest te hembez bikim

û bere edî mirin bihate.

 

Perperîk

Xeman mexwe...perperîkê

Temenê te pir korte, lê...xeman mexwe

Ew jiyana ku tu,

di vê kurtedemê de didî helbestan,

emrê Nûh nedaye wan.

 

Ala

Pêş alayê,

ez azadiyê bo rengên wê dixwazim.

Berî sirûdê,

ez serbrstiyê bo peyvên wê dixwazim.

Berî radio,

ez rizgariyê bo hemû dengan dixwazim.

Berî TV,

ez serxwebûnê bo herkesî dixwazim.

Lê berî hemû van tiştan

ez:

zembîlek bo nan,

denek bo avê,

çirayek bo dîwar,

kirasek bo belengazên

welatê xwe yê tazî

dixwazim.

 

Li welatê min

Li welatê min

Rojname lal jidayik dibin

Radio k'er jidayik dibin

Tevizyon kor jidayik dibin

Li welatê min..

Tiştê seyr li welatê min

Ewan ên sax jidayik dibin

Wan lal dikin û dikujin

Wan k'er dikin û dikujin

Wan kor dikin û dikujin

Li welatê min!

 

Baran

Her ku baran dibare,

ez dertêm

û çend se'etan xwe didim ber

dibêm, belkî vê carê,

ev baran

bêhna barana

Ezmer û Gwîje jê bê.(1)

 

Cejnek

Ewrên li ba me

Ne weke ewrên ti derane.

Dema dadkevin û dibarin

ava çavên çar xortan didizin.

 

Xaka me

Ne weke ti xakane

dilê wê yeke

lê bi çar xaçan tê lidarxistin.

 

Dayika me

Ne weke ti dayikane

bi yek carê

çar caran cegerê wê disoje.

 

Her yek ji me

çar caran tê kuştin.

 

Jibo wê

roja ahenga xwina me

em çar cejnan

dikin yek.(2)

 

Roman

Rinda min,

ew romana min da te

û piştî xwendina wê te

li min vegerand

min xiste pirtûkxane xwe ya biçûk.

Hemû kurteçîrok

li dora wê civiyan.

Wê jî serpêhatiya

seyrana çend rojan

li gel çavên te bo wan rist

û

got:

Ew keça şêrîn

hez ji çîrokên weke min

dirêj dike.

Kurteçîrokan naxwêne.

Piştî demekê,

hemû kurteçîrok,

jibo xatirê çavên te

yek bi yek

bûne roman.

 

Pîvan

Dîrok hat û

bejna xwe da ber bejna

xemên te.

Bi du tiliyan

xemên te dirêjtir bûn.

 

Dema deriya xwest

kurahiya xwe

bi ya birînên te re

bipîve,

hewar kir û

hindek ma bû

di nav wan de

bixeniqe.

 

Dayik

Hemû av pîroz in,

lê ji hemûyan pîroztir

ava ku têhna morovekî tî

dişkîne.

 

Hemû jinên li dor min

Delal in

lê ji hemûyan bêtir

ez hez ji dayike xwe dikim.

 

* Ev helbest ji dîwana helbestvanê kurdê mezin Şêrko Bêkes (1940-   2013) ya bi navê "Le çawî ziriyan de" hatine helbijartin.

1. Ezmer û Gwîje navên du çiyayên Kurdistanê ne.

2. hijamara 4, sîmbola herçar beşên Kurdistanê ye

*''Kurmancîkirin: Ednan Bedreddîn.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")