CENTCOM: Me li Îraqê 15 DAIŞî kuştin

.

CENTCOMê ragihand ku wan bi hêzên Îraqê re li rojavayê Îraqê 15 endamên DAIŞê kuştine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi hêzên Îraqî re operasyoneke hevbeş encam daye ku li dijî serkirdeyên DAIŞê bûye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got:

“Di operasyonê de 15 endamên DAIŞê hatin kuştin û ti sivîl nebûn qurbanî.”

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkî ji AFPyê re daye zanîn:

“Di operasyonê de 7 serbaz birîndar bûn û rewşa hemûyan baş e.”

CENTCOMê destnîşan kir ku operasyon li “rojavayê Îraqê” hatiye kirin lê cih diyar nekir.

CENTCOMê her wiha da zanîn:

“Endamên DAIŞê bombeyên destan û bombeyên çandî bi kar anîn û piştênên bombebarkirî jî li xwe pêçabûn.”

Operasyona hevbeş di demekê de ye ku Îraq û Amerîka gotûbêjên derbarê paşeroja hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê li Îraqê berdewam dikin.

Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de 2 hezar û 500 leşker li Îraqê û 900 leşker jî li Sûriyeyê bi cih kirine.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye