CENTOMê, kuştina serkirdeyekî IŞÎDê ragihand

.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat ragihandin, serkirdeyê IŞÎDê Usame el-Muhacir di operasyona 7ê Tîrmehê de li "rojhilatê Suriyeyê" hatiye kuştin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di 7ê Tîrmehê di êrîşeke asîmanî de li navçeyeke rojhilatê Suriyeyê, serkirdeyekî terorên IŞÎDê yê bi navê Usame el-Muhacir hatiye kuştin.

Fermandarê CENTOMÊ Michael Erik Kurilla eşkere kir ku li ser jinavbirina IŞÎDê ya li seranserê herêmê, ew bi biryar in û da zanîn ku IŞÎD ne tenê li herêmê, li derveyî herêmê jî hîn metrisî ye.

Li gorî hûrgiliyên ku hatin dayîn, sivîl jî di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê de nehatine kuştin û hat ragihandin dibe ku ji ber vê êrîşê birîndar hebin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in