Cewad Seîd: Rewşa Berhem Salih hem li Bexdayê hem jî li nav YNKê de xirab e!

Kesekî nêzîkî serokomarê Iraqê Berhem Salih dibêje, rewşa Berhem Salih hem li Bexdayê xirab e hem jî li YNKê de!

Navenda Nûçeyan- Kesekî nêzîkî serokomarê Iraqê Berhem Salih bi navê Cewad Seîd, ku nia şêwirmendekî parlementoya Kurdistanê ye, ji BasNewsê re got, xwepêşandanên Iraqê didomin û ber bi alîyekî ve diçin ku divê serokomarê Iraqê Berhem Salih jî mîna serokwezîrê wî welatî dest ji kar berde.

Cewad Seîd her wiha got, lê eger Berhem Salih dest ji serokomartîya Iraqê berde û destvala bimîne, wê çaxê dê ji YNKê re serêşîyan çêbike!

Wî sîyasetmedarî da zanîn, eger di çaremîn kongireya YNKê de sekreterê giştî yê YNKê yan jî cîgirê sekreterê bi hilbijartin û dengdanê bên destnîşankirin, wê çaxê şansê Berhem Salih gelekî kêm dibe û rewşa wî gelekî xirab dibe.

Cewad Seîd da xuyakirin, beşek mezin ji endam, alîgir û berpirsên YNKê ji Berhem Salih aciz bûne ji ber ku wî ji ber post û meqam dest ji partîya xwe (Partîya Demokrasî û Dadperwerîyê) berde û vegerîya nav YNKê. Berpirs û endamên YNKê dibêjin, eger Berhem Salih bibe sekreterê YNKê wê çaxê dê wisa bi hêsanî dest ji YNKê jî berde! Loma şansê wî di nav YNKê de gelekî kêm e.

Bi gotin wî şêwirmendê parlementoya Kurdistanê, Berhem Salih daxwaz kirîye li derveyî kongireyê li şûna Mam Celal rûnê û bibe kesê yekem yê partîyê. Lê berpirsên kongireyê daxwaza wî red kirine.

Cewad Seîd tiştekî sosret jî li ser Berhem Salih got û da zanîn, Berhem Salih heta niha ne tenê nekarîye wek serokomarê Iraqê alozîyên Iraqê aram bike û xwepêşandanan bide sekinandin, belkî bi awayekî ne rasterast xwepêşander li dijî Adil Ebdulmehdî jî gij kirîye!

 Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!