ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir

.

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên zanîngehê meşiyan û li dijî tundûtûjiya li ser jinan nerazîbûna xwe nîşan da.

Endamên Klûpa Xwendekaran a Erasmûsê li pêşiya Navenda Kongreyê ya Recep Tayyîp Erdogan a Zanîngeha Çewlîgê civiyan.

Xwendekaran bi yekdengî dirûşm gotin ku ew li hemberî tundûtûjiya li ser jinan bêdeng namînin.

Xwendekaran bi armanca protestokirina tundûtûjiya li ser jinan çalakiya rûniştina bêdeng kir û piştî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin tundûtûjiya li ser jinan ne pirsgirêkeke şexsî ye û nîşaneya civaka rûxiyayî ye.

Her wiha amaje bi wê yekê hat kirin ku jin tenê ji ber ku zayenda wan jin e divê rûbirûyê kuştinê û windakirinê nebin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj tundûtûjiya li ser jinan zêde dibe û jin tên kuştin.

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!