Li gundê Sêleka ya giredayî Kanîreşa Çêwlikê keçeke 4 salî ji aliyê apê wê ve rastî destdirêjiyê hat.
Li gor zanyariyan, keçika 4 salî piştî destdirêjiyê ketiye bêhişiyê (komayê)
Aryen haber angaşt kir ku çavkaniyekî ji wî gundî gotiye malbata keçikê xwestiye vê bûyerê veşêrin rapora 'tenduristiya aqilî' ji apî re girtine.
Li gor angaştan, tecawizkar pêşî li gûndekî din xwe veşartiye û dûvre xwe teslîmî Emniyetê kiriye.
Her wiha bo ev nûçe belav nebe, Walîtî û Qeymeqamê, gelek bergirî girtine.
Hatûçûna vî gûndî jî di bin kontrola leşkeran de tê kirin.
Her wiha Aryen haber angaşt kir keçika 4 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîze de hatiye razandin û hişê wê jî girtiye.