CEZAYÎR - 12 koçberên ji Rojava û Sûriyeyê li çolê ji tîna mirin

.

12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin herin Ewropayê, li çolên Cezayîrê ji tîna mirin.

Ev demek e koçberên ji Rojhilata Navîn hewl didin bi rêya bejahî û deryayê xwe bigihînin welatên Ewropayê.

12 Koçberên ku dixwestin ji Cezayîrê derbasî Ewropayê bibin û şofêr li çolên Cezayîrê bi otomobîlê di rê de asê man.

Li gorî Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê, li çola herêma Hassi Belvibor a Cezayîrê, gelek cesed li kêleka wesayitê hatin dîtin.

Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê got, “Tîmên me çûn cihê bûyerê û cenazeyên 12 welatiyên Sûriyeyê wergirtin û cenazeyên 2 welatiyên Cezayîrê jî hatin dîtin.”

Hat diyarkirin ku ji ber wesayita ku li çolên Hassî Belvîborê xera bûye û nehatiye temîrkirin rêwiyan ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku wesayit roja sêşema borî winda bûye û doh yekşemê piştî lêgerîna bi saetan hat dîtin.

Cenazeyên 12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û 2 şofêrên ji Cezayîrê rakirin Nexweşxaneya Burc Omer Îdrîsê.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye