Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) ragihand, “Li Tirkiyeyê divê hêzên desthilatdar û siyasetmedar êdî ziman û gotinên xwe yên li dijî pîşeya rojnamegeriyê binirxînin û dest ji gefxwarin, zext û hemû cor destêwerdanên xwe berdin."
Komeleya Rojnamegerên Hevdem derbarê zextên li ser rojnamegeran daxuyaniyek belav kir ku van demên dawî zêde bûne.
Di daxuyaniya ÇGDyê de wiha hatiye gotin:
"Rojnamegerî li Tirkiyeyê mixabin di serdemeke tarî re derbas dibe.
Di hefteyên dawî de desteserkirin, cezayên girtina malê, girtin û kuştina hevkarên me, metirsî û gefên ku rojnameger di dema pêkanîna karê xwe de rûbirû dimînin, eşkere dike."
ÇGDyê di daxuyaniyê de bal kişandiye ser van bûyeran:
“- Qeyûm li rêveberiya hilbijartî ya Komeleya Nivîskarên Sporê ya Tirkiyeyê hat danîn.
- Polîsan gotinên cinsiyetparêz li hemberî Oznur Degerê bi kar anîn û lêpirsîn dijî Deger hat vekirin ji ber ku wê li hemberî van gotinan nerazîbûn nîşan da.
- Li dijî Ozlem Gursesê, ji ber axaftineke xwe ya di bernameya YouTubeyê de ku diyar bû şaşî bû, pêşî hat desteserkirin û paşê cezayê qedexeya derketina ji welêt û cezayê girtina malê lê hat birîn.
- Nevşîn Mengu ji ber hevpeyvîna bi Hevserokê PYDyê Salih Muslim re demjimêrên sibehê hat desteserkirin.
- Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Sûriyeyê di bombebaranê de hatin kuştin.
- Lêpirsîn li dijî rêxistinên civaka sivîl hatin vekirin ku daxwaza ‘pêkanîna lêpirsîneke bibandor’ û ‘ravekirina ji raya giştî re’ derbarê van kuştinan de kiribûn.
- Daxuyaniyên çapemeniyê yên derbarê kuştina Bîlgîn û Daştan de hatin astengkirin, li Wanê 10 rojnameger hatin desteserkirin, li Stenbolê zêdeyî 50 kesî hatin desteserkirin û 7 rojnameger hatin girtin.
- Li dijî malpera T24ê lêpirsîn hat vekirin ji ber ku daxuyaniyên derbarê kuştina wan her du rojnamegeran belav kiribûn, herwiha dijî rojnameger Seyhan Avşarê jî lêpirsîn hat vekirin ji ber parvekirinên wê yên li ser torên civakî.
- Êrişên fizîkî li Halk TV û KRTyê pêk hatin.”
ÇGDyê da zanîn, “Ev pêşhat nîşaneyên zelal ên êrişeke sîstematîk in ku nîşan didin rojnameger di çi rewşê de kar dikin."
Li gor daxuyaniyê, kesên desthilatdar û siyasetmedar divê êdî ziman û gotarên xwe yên ku pîşeya rojnamegeriyê dikin armanc binirxînin û dest ji gefxwarin, zext û hemû cor destwerdanê berdin.
"Rojnamegerî parastina berjewendiyên gel e”
ÇGDyê her wiha got:
"Rojnamegerî, li gel hemû corên zextê, pîşeya lêgerîna rastiyê û parastina berjewendiyên gel e.
Rojnameger ne li gel desthilat, siyaset, sermaye yan jî ti hêzekê ye, tenê bi gel û berjewendiyên giştî re ye.
Pêkanîna gihiştina gel a agahiyên rast, berpirsyariya bingehîn a her rojnamegerkî/ê ye.
Azadiya derbirînê, mafê rexnegirtinê û azadiya nûçegihaniyê, li ber ti zextekê serî naçemîne."
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Her rojnamegerê tê bêdengkirin, her rastiya tê tarîkirin, tê wateya destdanîna ser mafê gel a gihîştina agahiyan.
Li vî welatî, rojnamegerên ku mafê gel ê wergirtina nûçeyan diparêzin, tevî hemû cor gefan qelemên xwe nedanîne û nadeynin."
“Ev têkoşîn ne tenê ya rojnamegeran e”
ÇGDyê bangî hemû rojnamevanan kir û got:
“Piştgiriya hev zêde bikin li hemberî van êrişên ku pîşeya me dikin armanc.
Lê di vê xalê de êrişên li ser çapemeniyê ne tenê rojnamegeran, rasterast mafê gel ê wergirtina nûçeyan dikin armanc.
Ev têkoşîn ne tenê ya rojnamegeran e, berpirsyariya her kesî ye ku demokrasî û mafê wergirtina nûçeyan diparêze.
Bêdengmayîna li hemberî zextên li ser rojnamegeran, tê wateya pejirandina van êrîşan."
“Rojnamegerî ne tawan e”
Komeleya Rojnamegerên Hevdem di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got:
"Wekî me her tim hawar kiriye, rojnamegerî ne tawan e.
Tarîtiya ku li ser rastiyan hatiye kişandin, dê bi hêza piştgiriyê her belav bibe!"