Li gor Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky, hebûna Amerîkayê li Sûriyê egera êrîşekê bo ser Kurdên Sûriyê kêm dike û tekez dike, ku pêwîst e Amerîka ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne.
Di hevpeyvînekê de ligel malpera The Intercept de, Chomsky derbarê rewşa Sûriyê de nerînên xwe tîne ziman û dibêje: "Serokê Sûriyê Beşar Esed ji piraniya tiştên li welêt diqewimin berpirsyar e û ev rewşa nayê rewakirin."
Li gor Chomsky, Opozisyona Sûriyê jî ji prensîpên demokratîk û pozisyona xwe ya destpêkê ku cihê rêzê bû dûrketiye û ketiye destê grûpên cîhadpereset. Bîrmendê Amerîkî herwiha dibêje ku di rewşa niha de Esed heta astekî bilind serkeftin bidest xistiye.
Derbarê Kurdan de jî Chomsky got: "Meseleya din a girîng jî, herêmên Kurdan Statuya Rojava ye. Bi baweriya min hebûna Amerîkayê bo parastina Kurdan ji egera êrîşekê lojîkî ye. Wan (Kurdan) karî bi awayekî baş civakê birêve bibin û yekem herêma serkeftî ye. Lê ji boo rêgirtin lê êrîşeke dijminê wan ê Tirk û Esedê qatil, çi pêwîst e divê were kirin."