Chomsky: Divê hunermenda Kurd Nûdem Durak neyê cezakirin, were xelatkirin

.

Noam Chomsky, zana û bîrmendê Amerîkî û zimanzanê cîhanî yê navdar dibêje, hunermenda Kurd Nûdem Durak ku 7 sal e di zindanên Tirkiye de ye were berdan û got: "Divê Nûdem Durak neyê cezakirin, berovajiya wê were xelatkirin."

Nûdem Durak di sala 2015an de ji ber stranên Kurdî gotine bi tohmeta “endama rêkxistinê” ye ji aliyê hêzên ewlakariyê yên Tirkiye ve hatibû girtin. Di du dozên cuda de cezayê 19 sal zindankirin lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê de tê girtin.

Zanayê navdar Noam Chomsky, ji Tirkiye daxwaz kir ku hunermenda Kurd Nûdem bê azadkirin û got: “Ji nû ve vekirina doza Nûdem Durak nûçeyeke cihê kêfxweşiyê ye. Cezayê ku li wê birîne bê dadiyek mezine. Bi hewldanên xwe yên dijî tundûtûjiyê û bi hunera xwe ya bi rûmet piştgirî dida tekoşîna demdirêj a gelê Kurd, mafên gelê Kurd û daxwazên wan ên rewa."

Chomsky herwiha dibêje: "Pêwîst e Nûdem ji ber karên xwe yên cewherî û dilêrane neyê cezakirin, berovajiya wê bê xelatkirin. Hêvî û baweriya min ew e ku dê were azad kirin, rê bê dayîn kar û jiyana xwe berdewam bike-herwiha piştgiriya wê bê kirin.”

Berî vê jî endamê koma Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters ji Serokkomarê Tirkiye daxwaz kiribû ku Nûdem were azadkirin û gotibû: "Ew xwişka me ye, nedana amûrên mûzîkê wê karekî ne dadperwerî ye.".

Herwiha gelek kesên navdar ên wek; Angela Davis, Ken Loach, David Graeber, Peter Gabriel, Roger Waters jî daxwaza cîbicîhkirina dadpereweriyê bo Budak kiribûn.

Nûdem Durak sala 1988an li Dêrgûla ser bi parêzgeha Şirnexê ji dayîk bûye. Di nav malbateke dengbêj de mezin bûye. Di sala 2009a de li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê dest bi karê hunerî kiriye û di koma Sorxwîn de stran digotin.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'