CHPê ji ber peyva ‘Komkujiya Ermenan’ doz li Biden vekir

.


Li Tirkiyê bertekên bo daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a bi boneya 24ê Nîsanê Komkujiya Ermenan a bûyerên sala 1915an berdewam dikin.

Ji bilî HDPê hemû partiyên opozîsyona Tirkiyê û partiya deshilatdar AKPê bertekên tund bo gotinên, Biden ên pênasekirina ‘Komkujiya Ermenan’ hatin nîşandan.

Herî dawî Parlamentarê Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Mahmut Tanal, ji ber bikaranîna peyva ‘Komkujiya Ermenan’ li serdozgeriya Enqerê doz li Joe Biden vekir.

Tanal di serlêdana gilîkirina Joe Biden de îdia kiriye ku Biden bi wan gotinan, tawana ‘nefret û cudaxwaziyê’ kiriye û gotinên wî dûrî bingeha dîrok û hiqûqê ne û ew tawana ‘nefretê’ ji ber populîzmê û peyketina lobiya ermenan hatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e