Li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya di sala 2017an de, ofîsa nû ya NYyê ya li Iraqê ji bo lêkolînkirina tawanên DAIŞê hat avakirin, daku bi awayekî yasayî û bi rêya yasayên navdewletî, wê rêxistinê li ser gelek tawanên dijî mirovahiyê yên ku li Iraqê kirine, dadgehî bike.
Tevî wê yekê, piştî 9 salan ji komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve, hîn jî çarenivîsa bi hezaran ji wan ne diyar e û hîn jî divê ew ji ber tundûtûjiya ku li ser destên DAIŞê dîtiye, bên qerebûkirin.
Ez kêfxweş im ku îro li gel birêz Christian Ritscher, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Lekolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya bo Lêpirsîna Tawanên DAIŞê yên li Îraqê gotûbêjekê dikim. Ew ji sala 2021an ve di wê pozîsyonê de ye. Emê zêdetir li ser karê wan li ofîsa wan a li Iraqê gotûbêj bikin.
Rûdaw: Birêz Ritscher, gelekî spas ji bo vê derfetê. Ez teqdîr dikim. Spas ji bo vê hevpeyvînê. Çima piştî derbasbûna neh salan di ser jenosîdê re pêvajoya dîtina Kurdên Êzidî hîn jî sist e?
Chiristian Ritscher: Spas, spas ji bo vê pirsa girîng û pir guncav. Dîtina kesên winda û vedana gorên bikom karê sereke yê UNITADê ye. Ji bo baştirkirina karê vedana gorên bikom û vedana gorên bikom ên ku nû hatine dîtin em bi berdewamî dixebitin.
Hejmara zêde ya gorên bikom yek ji wan pirsgirêkan e ku em di karê vedana wan de pê re rûbirû dimînin, bi taybetî yên Êzidiyan. Heta niha li gel aliyên pêwendîdar ên Îraqê, Rêveberiya Gorên Bikom û Rêveberiya Bijîşkiya Dadê, em beşdarî xebatên li ser 37 gorên bikom ên Êzidiyan bûne lê ji wan gorên bikom gelek hene.
Divê mirov li ber çavan bigire ku gelek kar hene bêne kirin û tenê kolan û vedan nîne, tespîtkirina rûfatan jî gelek demê dibe. Divê cenaze bi analîza DNAyê bên naskirin. Divê em bi şahidan re li ser cihê hezkiriyên wan ku wan, ew cara dawiyê li kû dîtine û hwd gotûbêjê bikin.
Ew jî dê demeke dirêj bigire. Ew jî karekî zêde ye ku divê were kirin. Herwiha divê li ser asta cîhanê jî kar jê re bê kirin, ji ber ku tiştê ku em dixwazin di dawiyê de bibînin dadgehîkirina li ber Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan e.
Li wir jî mirov dê hewceyî belgeyên derbarê vedana wan gorên bikom bibe ku dikare ji bo dîtina tawanbaran li her dereke cîhanê were bikaranîn. Lewra divê em li ser standardên navneteweyî bixebitin û ew yek jî dê demê bigire. Ji ber vê yekê, herçend em bi berdewamî li ser van gorên bikom dixebitin jî lê ji bo rakirina hemû rûfatan demeke dirêj pêwîst e.
Ez bi tevahî fêm dikim ku civak li benda kampanyayeke din a vedana goran e û em jî dê vê bikin lê divê em hinekî aram bimînin. Ew tawanên zêde yên ku DAIŞê li hemberî civaka Êzidî kirine, tên wê wateyê ku hejmareke mezin a gorên bikom hene ku divê bên vedan.
Di dawiyê de, yek ji sedemên ku dibe ku têkildar be ew e ku hejmareke mezin a Êzidiyan li derveyî welat dijî û em neçar in ku bi wan re pêwendiyê daynin daku nimûneyên DNAyê bistînin ji bo ku hevberên wan di rûfatên ku hatine derxistin de bibînin. Ji ber vê yekê ev hemû demê digire. Ji ber vê jî em hîn negihîştine dawiyê.
Rûdaw: Kampanyaya vedanê ya din dê kengî ji hêla NYyê ve were ragihandin?
Chiristian Ritscher: Wekî ku min behs kir, em di pêwendiyeke berdewam de ne û bi berdewamî ramanan bi aliyên pêwendîdar re nîqaş dikin.
Niha çend gorên bikom ên Kurdên Êzidî hene? Tê texmînkirin ku çend Kurdên Êzidî di van gorên bikom de rûfatên wan bêne dîtin?
Chiristian Ritscher: Li ser vêya ku çend gorên bikom hene, hejmareke rast nîne. Dibe ku bi sedan hebin lê ez nikarim hejmareke temam bidim we. Me di xebatên xwe yên lêkolînê de cihên nû tespît kirin û em dê van xebatan bidomînin ji bo ku em gorên bikom vedin.
Em bi rêya hevdîtinan bi civakê re di pêwendiyê de ne û di derbarê gorên bikom ên nû yên ku hîn nehatine dîtin de agahiyên nû werdigirin. Ev xebateke berdewam e ku em li kêleka van xebatên vedanê dikin.
UNITADê li ser komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê DAIŞê heta niha çend belge kom kirine?
Chiristian Ritscher: Ji bo tawanên ku DAIŞê li Îraqê pêk anîne belge ne kêm in. Heta niha bi rêya projeya xwe ya dîjîtalîzekirinê, me piştgirî daye dezgeha dadweriyê ya Îraqê ku zêdetirî neh milyon rûpel belgeyan dîjîtalîze bike.
Tenê belgename lê tevî vê yekê wekî ku min behs kir, me encamên vedana gorên bikom û tespîtkirina pêkhateyên wan jî hene ku ev jî jixwe beşek ji belgeyan e. Herwiha hevdîtinên me jî hene.
Em niha hema hema her roj bi qurbaniyên DAIŞê re hevdîtinan dikin. Ji ber vê yekê hejmareke ku ez bibêjim ew qas e tune lê li ber dest gelek belge hene ku me digihînin vê rastiyê ku tawanbarên DAIŞê dikarin li dadgehê bên darizandin. Ew dikarin di dadgehkirineke li ser bingeha delîlan de bêne dadgehkirin daku were îsbatbikin ku van tawankaran, tawanên kirêt li hemberî hemû civakên zirardîtî yên li Îraqê kirine, di nav de jî civaka Êzidî.
Li gel Kurdên Êzidî, we herî zêde belge li ser kîjan herêm û pêkhateyeke nijadî ya li Îraqê kom kirine ku DAIŞê li dijî wan tawan kirine?
Chiristian Ritscher: Hinek yekîneyên me yên lêkolînê yên meydanî hene ku bi hemû civakên bandordar ên li Îraqê re mijûl dibin. Ew lêkolînan li ser civakên mexdûr ên Îraqê dikin. Wekî civaka Şîe, bi taybetî li ser komkujiya li Akademiya Firokevaniyê ya Tikrîtê ku bi Komkujiya Spiker tê naskirin û herwiha êrişa li ser zindana Badoşê ya li nêzîkî Mûsilê.
Em lêkolînê li ser tawanên li hemberî civaka Xiristiyanan dikin, bi taybetî li derdora Mûsilê. Em lêkolînê li ser komên biçûk ên olî yên wekî Şebek, Kakeyî û Şîeyên Tirkmen dikin, di nav de jî bikaranîna çekên kîmyayî ya ji aliyê DAIŞê ve.
Bê guman yekîneyeke me ya lêkolînê ya meydanî heye ku bi taybetî tawanên li hemberî Suniyên Îraqî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kirin, vedikole.
Niha em bi taybetî li têkçûna çandî dinêrin ku bandor li hemû civakên Îraqî kiriye, ji ber ku DAIŞê hewl daye kultur û nasnameya çandî ya Îraqê biherifîne. Tiştê ku em niha di warê lêkolînên xwe de dikin ev e û em gelekî hewl didin ji bo wê yekê. Ji ber ku em hewl didin di demeke nêzîk de encamên berbiçav bi dest bixin, wekî raporên ku me berê li ser komkujiya Êzidiyan li Şingalê û kampa Spikerê û zîndana Badoşê û Tora Darayî ya DAIŞê kirine. Ev mînakên karên me ne ku em niha dikin û berê jî me kirine û me encam jê bi dest xistine.
Gelo ti demeke diyarîkirî bo dawiya karên we yên li Îraqê heye? Wekî mînak, hûn ê heta çiqasî din li vê deverê li ser dîtina belgeyan bixebitin?
Ritscher: Spas ji bo vê pirsa girîng. Bersivdana vê pirsê dijwar e çimkî bi gelemperî girêdayî faktorên cihêreng e. Li ser wê yekê dimîne ka tu çiqasî bi kûrî diçî nav mijara tawanê. Ma tu bi tenê dixwazî bigihî sertûka wê ku ev pir bilez e!
Eger tu bixwazî biçî kûrahiyê û zêdetir herî jêr, ev demeke dirêj didome heta tu hevdîtinê bi wan hemû şahidan re pêk bînî. Wekî nimûne, eger hewce bike tu hevdîtinê li gel şahid û qurbaniyekî destê DAIŞê pêk bînî, sê çar rojan didome.
Bi deh hezaran qurbanî hene. Loma bisêwirîne bê çiqasî dom dike eger tu bixwazî wêneyê rastîn bi kûrî nîşan bidî lê eger tu bixwazî nêrîneke giştî ya berfireh bi dest bixî, wê dema zêde dom nake.
Min vê dawiyê dîtina xwe ya sala 2025an bo UNITADê nîşan da ku nêrîneke giştî ya baş e ji bo gavên li pêş ku em dixwazin bavêjin lê bê guman, di du-sê salên bê de kar bi rêkûpêkî nayê kirin û dê neçe serî.
Bi taybetî ger hûn hejmara endamên stafê UNITADê li ber çav bigirin, em ne hejmareke mezin in. Em tîmeke pir piçûk in, em tîmeke pispor in lê bi sedan lêkolerên me nînin ku herin û hevdîtinan bikin. Em di hevdîtinê de pir bi baldarî dixebitin, loma jî hinek dem dixwe. Lewra ez nikarim di vî warî de demeke diyarkirî bidim te lê bê guman di van salek du salên bê de naqede. Loma ger tu bi baldarî bikî, ne pêkan e.
Te behsa wê yekê kir ku kil û kêmasî nîne ji bo belgeyên li ser sûcên DAIŞê yên li dijî mirovatîyê yên li Îraqê lê hûn çawa planê datînin ku wan belgeyan wekî bingehekê bi kar bînin ji bo yasa û biryarên cezakirina kesên endamên DAIŞê yan ji bo qerebûkirina Kurdên Êzidî li Îraqê?
Ritscher: Berpirsiyariya UNITADê ew e ku lêpirsîn bi tawanbaran re bê kirin li ser tawanên cîhanê yên ku kirine. Ev tê wateya ku em dixwazin bibînin dadgeheke dadmend li pêşber dadgeheke pêwendîdar e, dadgeheke pêwendîdar li Îraqê, ku pişta xwe bi belgeyan girê bide. Ger tawanbar li derveyî welêt bin jî, dadgehek li derve heye. Loma, em berî her tiştî piştgiriya Îraqê dikin ku ev bingeha sereke ya mebesta me di berhemên UNITADê de ye.
Me piştevaniya desthilata dadwerî ya Îraqê kiriye ku di vî warî de hevkara me ya sereke ye. Em niha pir bi hev re di komên hevbeş de li gel desthilata yasadanînê li ser yasayên navxweyî yên tawanên navdewletî li Îraqê dixebitin. Di vî warî de pêşketineke zaf baş heye. Aliyên Îraqî yên têkildar li ser reşnivîseke qanûnî bo sûcên navdewletî kar dikin.
Lewra, em bi tevahî hêvîdar in ku em qanûneke navxweyî ji bo tawanên navneteweyî yên li Îraqê bibînin ku wiha dike pêkan be em vî celebê dadgehê li Îraqê li pêşber dadgeheke têkildar bibînin. Li tenişta vê yekê, em piştgirîya welatên sêyem û welatên endamên Neteweyên Yekbûyî di lêpirsîna wan tawanbarên DAIŞê de dikin ku niha li wan dijîn an li wan rûdinin.
Loma, ev kes li derveyî Îraqê stargeheke parastî nabînin û wê ji ber tawanên hovane yên ku li dijî gelê Îraqê kirine, lêpirsîn bi wan re bê kirin. Tew heke vêga, bila em bêjin, li Ewropa, Amerîka yan Afrîqa yan her welatekî din bin.
Em niha vê dikin û hewl didin bi awayekî berçav bikin lê dîsa jî, em hîn li ser lêpirsînan dixebitin û raporên li ser tawanên ku bandor li ser civaka Îraqê kirin, sergihayiyê dikin.
Wekî NY, wekî aliyekî mirovî yê navdewletî, gelo tu planeke we ya qerebûkirina Kurdên Êzidî yên qurbaniyên destê DAIŞê heye?
Ritscher: Derbarê qanûna rizgarbûyên Êzidî de, têkiliyeke me ya baş bi Hikûmeta Îraqê re heye lê ne di desthilata UNITADê ye ku here û li ser qerebûkirinê kar bike. Ev ne erkê me ye û rê bi me nehatiye dayîn ku em vê bikin çimkî desthilata me sînordar e û em li derveyî desthilata xwe naxebitin.
Lê, li her derê hewce bike em beşdarî qerebûkirinê bibin, wê demê em vê yekê di çarçoveya desthilata xwe de li ber çav digirin lê wekî min diyar kir, qerebûkirina ne beşek ji desthilata UNITADê ye.
Debara Kurdên Êzidî ku piraniya wan li kampan û li Şingalê jî dijîn, pir xerab e. Hûn dikarin çi bikin ji bo ku debara wan baş bibe?
Ritscher: Haya min pir baş ji debara Êzidiyên li kampan heye. Tevî vê yekê jî, desthilata UNITADê vî warî li xwe nagire. Bê guman, em li gel aliyên pêwendîdar ên hikûmetê û aliyên NYyê ku karê wan bi debarê re heye, mijûlî pevguherîna bîr û baweriyan in lê ji bo xebitîna li ser vê mijarê şiyan û jêhatîbûneke me ya pir sînordar heye.
Em carinan diçin kampan û hevdîtinan bi xelkê re pêk tînin lê dîsa jî, şiyana me nîne ku em vê rewşê biguherin ku bê guman ne cihê razîbûnê ye.
Nasandina tawanên li hemberî Kurdên Êzidî wekî komkujiyê ji hêla welatan ve, giringiya wê ji bo karê we çi ye? Ji bo karê ku hûn ji Kurdên Êzidî re dikin?
Ritscher: Spas. Desthilata UNITADê di warê şopandina tawanên navdewletî yên ku li hemberî civakên Îraqê hatine kirin de ye. Mebest ji tawanên navdewletî ew tawan in ku li dijî mirovatiyê hatine kirin, tawanên şer û komkujî wekî ku te niha anî ser zimên.
Sûda vê ew e ku li gel van tometan tu dikarî rê bidî qurbanî û şahid bi çalakî beşdarî şopandinên qanûnî û dadgehkirinan bibin, ango şahidiyê bidin û ji dadgehê re bibêjin ka bi rastî çi qewimî. Îcar dawiya dawî tu digihî qinyat û biryarekê ku nîşan dide tawanbar ew kar bi rastî kiriye û kengî tawana xwe dijî kesekî taybet kiriye.
Wekî mînak endamtiya rêxistineke terorîst ne tawaneke navdewletî ye, bi tenê tawaneke xwerû ye ku qurbanî tê de nînin. Ceza li ser endamtiyê tenê heye. Li vir di tawanên navneteweyî de, tu bala xwe didî ser civakên zirardîtî.
Bi taybetmendiyekê re ku pir girîng e, ew jî ev e ku ji bo tawanên navdewletî, tu kengî bixwazî dikarî gilî bikî û dema wan a diyarîkirî nîne. Di demekê de ku ji bo rûbirûbûna terorê qanûnên demdiyarkirî hene. Loma, piştî 10 an 15 salan, êdî ne pêkan e mirov kesekî ji ber endamtiya wî di rêxistineke terorîst de tawanbar bike. Hîn jî mimkun e ku kesek li ser tawanên navdewletî were sûcdarkirin, wekî mînak li ser jenosîdekê ku dijî Êzidiyan kiribe. Loma, ev pir girîng e çimkî bîne pêş çavên xwe, gelek kesên ku ev tawan kirin ciwan bûn û pêkan e ku em em piştî çend dehsaliyên din, 30–40 salên din, herin li dadgehkirina tawanbaran binêrin.
Êdî girîngiya qanûnan li ser tawanên navneteweyî ev e ku pir eşkere û berbiçav e çimkî wê demê jî ku hîna sûcdar li dadgehê ne, em dibînin ku bi dadmendiyê re têne rûbirûkirin û dawiya dawî li wê yekê tê mikurhatin ku qurbanîyan bi destê van tawanbaran ziyan dîtiye û hatine çewisandin.
Çima hîna NYyê biryareke mecbûrî nedaye ku hemû welatên endam tawanên li hemberî Kurdên êzdî wekî komkujiyê nas bikin?
Ritscher: Ev tiştekî siyasî ye. Bi qasî ku ez dizanim hejmara welatên ku komkujiya Êzidiyan nas dikin zêde dibe. Bi dîtina min wekî dozgerekî giştî yê profesyonel, pir girîng e ku dadgehkirin hebin û tekez bikin ku ev komkujî bû. Tiştê ku li dijî Êzidiyan hatiye kirin, kiryarek bû ku ji hêla qanûnî ve wekî komkujî tê hesibandin.
Bi şahidiya şahidan, delîl û her belgeyeke berdest were piştrastkirin, tew dibe ku bi şîrovekirina bermahiyên gorên ku hatine vekirin. Loma, bi dîtina min, ev pir girîng e çimkî di dawiyê de bi hebûna van biryaran, ti kes nikare înkar bike ku tiştê li hemberî Êzidiyan hatiye kirin ne komkujî bû. Ev ne karekî siyasî ye lê tiştek e ku mirov dikare pişta xwe pê girê de û hukmekî te heye ku tu dikarî bixwînî û ger tu bixwazî tu dikarî bişopînî jî..
Tu pêwendiya vî tiştî bi bawerî û pirsên siyasî re nîne. Ev rastî ne, rastiyên tekezkirî. Bi hebûna van re, nasîna komkujiyê girîngiyeke pir xurt distîne.
Her wisa, di nav girtiyên DAIŞê yên li rojava yan jî bakurrojhilatê Sûriyeyê de, sûcdarên metirsîdar hene. Gelo hûn derbarê girtiyên DAIŞê yên li Kampa Holê ku li jêr desthilata HSDyê ye, tiştekî dikin?
Ritscher: Desthilata UNITAD nagihe sînorê Sûriyeyê. Em tenê li Îraqêdixebitin. Li ser vegera kesên ku ji Kampa Holê vedigerin Îraqê, niha peywendiyên me yên nêzîk li gel aliyên peywendîdar ên Îraqê hene lê şiyana me nîne ku em bigihin Kampa Holê yan her navçeyeke Sûriyeyê.
Baş e. Lê hin rapor li ser hin keçên Kurdên Êzidî hene ku pir biçûk bûn dema ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û ew niha li Kampa Holê ne û ti zanyariyeke wan li ser paşxana wan a rastîn nîne, nizanin gelo Êzidî ne yan zarokên DAIŞê ne. Ma heta niha we tiştek li ser wan bihîstiye? Haya we ji van dozan heye gelo?
Ritscher: Erê, haya min ji wan heye. Bê guman, em çavdêriya rewşê dikin. Ji ber ku her tim tiştek heye ku bandorê li karê me li vir, li Îraqê dike. Lewra jî, min anî zimên ku derbarê vegera xelkê de têkiliyên me yên nêzîk li gel aliyên Îraqî hene. Loma, têkiliyên me yên nêzîk li gel rêxistinên têkildar ên NYyê hene ku li Sûriyeyê bi arîşeyên van kampan re tevdigerin lê wekî min got, li gorî desthilata ku me heye, ti bandoreke me nîne li ser ka çi li Kampa Holê yan her kampeke din a Sûriyeyê diqewime.
Gelo tu hevahengiya we li gel Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê heye ku girêdayî Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê ye, ku ji sedî 86 ji Êzidiyên rizgarkirî ji hêla wan ve hatine rizgarkirin?
Hin zanyariyên me li serê hene lê ev tişt li ser asteke ezmûndarî bi yekîneyên me yên lêkolînên meydanî re tê kirin. Îcar ew giringiyê didin hemû zanyariyên ku ji hêla nivîsgehên peywendîdar, dezgehên hikûmî û saziyên sivîl ve têne komkirin. Têkiliyên me yên nêzîk di nava civaka Êzidî de hene, hem rasterast û bi rêya saziyên sivîl jî. Loma, erê em çavdêriya rewşê dikin.
Gelo tu zanyariyeke we heye ku çiqas Daişiyên girtî vêga li Almanyayê ne? Îcar dozên wan li dadgehan çawa bi rê ve diçin?
Ritscher: Li derve têkiliyeke me ya baş bi desthilata dadwerî re heye. Bi taybetî li gel welatên ku sûcdarên DAIŞê lê tên darizandin, ev yek ji bo Almanyayê jî rast e lê di aliyê hejmaran de, ez ji we dixwazim ku hûn têkilîyê bi desthilatdarên Almanyayê re daynin.
Ger hûn bixwazin, ew ê van hejmaran bidin we. Ew maf bi min nehatiye dan ku ez li ser desthilata dadwerî ya welatên derve biaxivim lê em ji tiştên ku li wir diqewime pir kêfxweş in.
Nexasim bo dadgehên ku têne kirin an cezaya ku vê dawiyê li Koblenzê bo tawana li dijî Nadine Kyê hat derxistin bo hevkarî û alîkariya komkıjiyê û cezayên din ên sûcdarên DAIŞê ku tawanên navdewletî kirine.
Wekî UNITAD li Îraqê, gelo tu hejmarek li nik we heye ku ji me re bêje li cîhanê û nemaze li Ewropayê çiqas DAIŞiyên girtî hene ku niha li ser tawanên ku li hemberî Êzidiyan û bi giştî li dijî mirovahiyê kirine werin darizandin? An tu hejmareke giştî li cem we heye ku bi rastî çiqas ji wan hatine dadgehkirin?
Ritscher: Hejmara tawanbarên ku lêpirsîn bi wan re tê kirin û niha li dadgehan têne darizandin zêde dibe. Tu hejmareke tevahî li cem min nîne. Vêga li welatên Ewropayê wekî Swêd û Holendayê dadgeh tên kirin lê hejmara tevahî ya van dadgehên ku niha têne kirin li cem min nîne. Tiştekî wekî rapor an hejmareke taybet bi wan nîne.
Çi peyama we ji bo Kurdên Êzidî heye ku li bendê ne tawanbarên Kokujiya Êzidiyan bên cezakirin?
Ritscher: Peyama min bo Êzidiyan ev e ku em bi hevkariya bi civakê re pir spasdar in û em ji bo amadebûna wan a şahidiyê, pêşkêşkirina delîlan û vegotina tevahiya çîrokê zaf spasdar in.
Herçiqasî bê guman em çîrokê dizanin jî herçiqasî vegotina tevahiya çîrokê pir biêş bû.
Ev peyama min a yekem e. Peyama duyemîn jî ew e ku em daxwaza aramiyê dikin. Carinan dadmendî pir hêdî dimeşe, xasma bo komkujiyan, wekî yên ku sûcdarên DAIŞê kirin.
Lê wekî min behs kir, demeke diyarkirî bo gilîkirin û dadgehkirina sûcên navneteweyî nîne. Ev jî tê wê wateyê ku wê lêpirsîna li sûcên navneteweyî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin heta u sûcdarê dawî were dîtin an kuştin berdewam dike.
Loma, dibe ku bi deh salan bidome û bi de hsalan kar hewce bike heta ku ev hemû sûcdar werin dadgehkirin lê em pir cidî dixebitin û me xwe bo van lêkolînan terxan kiriye û em piştgiriya hemû hewlên desthilata dadgerî li seranserê cîhanê dikin da van sûcdaran bidin dadgehê û da em piştevaniya van qurbaniyan bikin ku wê rojê bibînin ku li dadgehê dijî sûcdaran şahidiyê didin û li dijî wan beşdarî dadgehkirina wan dibin.
Ma pêkan e ku di paşerojê de tu dadgehek bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li Herêma Kurdistanê were birêkxistin?
Ritscher: Wekî min behs kir, vêga yasadaner li Îraqê li ser reşnivîseke qanûnî bo sûcên navneteweyî dixebitin ku em pêşveçûnê di vî warî de bibînin, em ê zaf kêfxweş bibin. Heger qanûneke wisa hebe, ez dikarim bisêwirînim ku bê guman, wekî her dereke din a Îraqê li Kurdistanê jî dadgehî bi rê ve diçe.
Birêz Christian Richard, şêwirmendê taybet û serokê tîma lêkolînê ya NY bo lêpirsîna tawanên DAIŞê yên li Iraqê. Gelekî spas bo vê derfetê. Gelekî spas ku tu bi me re bûyî.