Çi li bakurê Kurdistanê maye gelo???

Bubê Eser

 

Li bakurê kurdistanê erd çû, namûs çû hasiyet çû, orf û adet nema, ziman qediya ye. Hevaltî û dostanî nemaye an nehiştin. Bi hevre û li gel hev meş, xwepêşandan, sohbet û kombûn li  kurdan qedexe kirine.

Niha  jî biryar girtin ku li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî  li çayxanan, li cafê yan, li restûrant û cihê qelabax jî qedexe bikin.  Sibê wê van partiyên me yên tenê pesnê xwe didin û bi paçan serê xwe mezin dikin,  ala partiya xwe ji ya kurdistanê mezintir rê didin jî yek bi yek bigirin.

Ev halê niha bakurê Kurdistanê tê de ye, zîndana Diyarbekirê ya bi navö 5 nolî anî bîra min. Di zîndana Diyarbekirê de jî li me weha kirin. Berê duaya xwarinê bi me dane xwendin, dûre meşên leşkerî ya nermik û talî çi anîna serê me hûn hemî dizanin.

Niha li bakurê Kurdistanê jî weha dikin. Dest avêtin keç û jinên  kurd. Partiyan deng dernexistin. Dagirkerên tirkan kî/ê xwest girtin an kuştin. Deng tune ye. Çi dixwazin li bakurê Kurdistanê weha dikin. Partiyên me nikarin tiştekî bêjin. Tirs û xof xistine nava xelkê, lê mixabin ew tirs û xof ketiye nava partî û rêxistinên me jî.

Partiyên ji bona azadiya welat hatibin demezrandin û li dijî zilm û zordariya li wî welatî bê kirinê û ew bêdeng be, ne xwedî helwest be, ew partî zûtirîn demê divê xwe belav bike. Hêz, Qawet an eniyeke neteweyî divê bê ku wext derbas be damezrnin. Ya ne em hemî li gel hev wenda dikin.

Ez dizanim wê gelek endam an mirîdên partiyên bi paçan serê xwe mezin dikin, wê  bi vê nivîsê bikenin, ji ber ku ew bawer dikin wê partiya wan, welatê wan azad bike. Lê nizanin û fêm nakin ku di demeke kurt de wê dor were wan û partiyên wan jî.

Em hemî baş dizanin ku ew partiyên ji bona azadiya welatekî bêne damezrandin, divê ji bedeldayînê, ji lêdan û zîndanên dijmin netirsin. Lê gelekî mixabin ku îro li bakurê Kurdistanê rewş ne ew rewş e.

Partiyên nexwazin û nikaribin li hember kirinên dijmin bedel bidin, divê hûn bizanibin ew partî dê nikaribe welatekî jî azad bike.

Heta ku partiyên me bi hevre li ser kiryar û bûyerên dijmin tîne serê gelê me, munaqeşe nekin, ji bona  pêşî li wan girtinê, pêwîste tevgereke neteweyî danemezrînin wê ew jî bi gel re têk herin.

Rêbertî, serokatî û pêşkêşên gel divê bi cesaret bin, divê xwedî helwest û biryar bin, divê li gel hemî bedelên ku bidin hazir bin. Divê ne weke nanê silê bin, ha li wir û ha li vir bin. Divê giran bin, xet û helwesta xwe de zelal bin

Lê hezar mixabin rewşa partiyên me yên bakurê Kurdistanê îro ne weha ye. Îro piraniya partiyên me li bakurê kurdistanê ketine derdê xwe û mezinbûna xwe. Lê mezin û berfireh nabin.

Nabînin ku zêdeyî 40 salan qet mezin nebûne, eksê wê roj bi roj wenda kirine lê her wendakirineke xwe weke serketinekê didin nîşandan.

Hemî partî dizanin ku bi serê xwe nikarin tiştekî bikin, lê dîsa jî nikarin di bin sîwaneke neteweyî de bi hevre li dij vê zilm û zordariya dagirkeran rawestin.

Em weke kurd roj bi roj ji bakurê kurdistanê bê hêvî dibin, ji ber tu tevgerek, çalakiyek, livandineke van partiyên me tune ne.Hinên bikin an bixwazin bikin helbet hene lê ji ber hêz û qaweta wanî niha têr nake. Loma  dengê wan nagihêje gel. Lewra divê em hemî partiyên hene di agirekî de neşewîtînin.

Hûn dixwazin bawer bikin nekin,  heger rewş weha here di demeke ne zêde dûr, wê bakurê kurdistnê têk here. Xelasiya wê êdî tenê dimîne li ser milê başûrê kurdistanê, heta ku ew jî serxwebûna xwe ragihîne.

Ez bi xwe weha li meselê dinêrim; Heta demeke kurt van partî û rêxistinên me tiştekî hevbeş kirin baş e  ya ne him ew him gel em hemî bi hevre wenda dikin û êdî em ê bê tevger rawestin heta ku başûrê Kurdistanê bibe serbixwe û dewleta kurdî ragihînin…