Cilên Qral Yên Nû

Serdar Roşan

Di demekê de qralek hebû ku ji cilên spehî û nû gelekî hez dikir. Hertim mesrefeke giran dikir da ku kincên herî xweşik, baş û kesnedîtî bide dirûn û li xwe bike. Ji wî re rewşa ordiya wî ne giring bû; û tu car nediçû nêçîr an şanoyê. Heke ji bo nîşandayîna cilên xwe nebûya nediçû nav xelkê jî. Bi roj, saetê carekê, çakêtê xwe diguhert û yekî din li xwe dikir. Çawa ji bo qralan tê gotin ku "di civînê de ye" welê ji bo vî Qralî jî dihate gotin ku "di dolaba cilan de ye."

Bajarê ku lê dijiya gelekî şên bû. Her roj gelek kesên xerîb dihatin bajêr. Carekê du dekbaz hatin wir. Li derûdor û li bazarê gotin ku ew terzî ne û tevinkar in; û dikarin qumaşekî çêbikin ku çu carî nehatiye dîtin û bihîstin; neqiş û rengê qumaş yekta ye, li tu derê peyda nabe; û xusûsiyeteke wî qumaşî jî ew e ku kesên ne erbabê karê xwe bin û yên şêt nikarin wî qumaşî bibînin.

Ev gotin gîhaştin guhê Qral jî. Qral da aqilê xwe û gîhaşt wê qeneetê ku divê qumaşekî şahane be. Fikirî, got heke ez ji wî qumaşî cilan li xwe bikim wê gavê bi hêsayî ez dê karibim kesên ku bi kêrî karê xwe nayên û kesên jêhatî ji hev derxim. Belê, divê ew qumaş derhal bo min bête çêkirin.

Pereyekî pir da wan herdu dekbazan da ku dest bi çêkirina qumaş bikin.

Dekbazan tevineke baş li dar xistin û xwedê giravî dest bi xebatê kirin; lê çu tiştekî li tevinê tune bû. Hevrîşimê herî hêja û tayê ji zêr xwestin; û ev tişt ji bo xwe hilanîn û heya derengê şevê li ber tevinê, bi mebesta xebatê, man.

Piştî midetekê Qral meraq kir, ka dekbaz çiqasî di xebata çêkirirna qumaş de bi pêş ketine. Lê gava hat bîra wî ku kesên bê kêr û şêt nikarin qumaş bibînin wê gavê piçekî aciz bû. Lê heçî ew bû ne hewce bû ku pê re şik û guman çêbe; ji lewre xwest hin kesên din bişîne da ku bizanibe rewş çawa ye. Li bajêr hemî kesan qudreta wî qumaşî bihîstibû; û heryekî ji wan dixwest pê zanibe ka cîranên wan çawan in, erbabê karê xwe ne an şêt in.

Qral fikirî ku wezîrê xwe yê kal û dirust bişîne cem dekbazan. Ji ber ku mirovekî bi aqil û têgehîştî bû û çu kesî ji wî çêtir wazîfeya xwe pêk nedianî; wî dê ji herkesî çêtir zaniba ka qumaş çawa ye.

Wezîrê kal rabû çû cem dekbazan ku li ber tevina vala rûniştibûn û dixebitîn.

Xwedê mirov bistrîne! Wezîr weha fikirî û herdu çavên xwe beloq kirin. Ez tiştekî nabînim! Lê belê eşkere nekir.

Wan herdu dekbazan, ji wî rica kir ku bêtir nêzîkê tevinê bibe; û jê pirs kirin ka neqiş û rengên qumaş şahane ne an na; bi van gotinan re dekbazan tevina vala nîşan dida. Wezîrê belengaz bêtir çavên xwe vekirin, baş û pir bi dîqet bala xwe da tevinê; lê nedikarî tiştekî bibîne; ji lewre tiştekî ku bibîne tune bû.

Xwedêyo! Wezîr, da aqilê xwe, ma ez şêt im? Min çu car bawer nedikir. Lê divê kesek pê nehese! Ma gelo ez bi kêrî wezîriyê nayêm? Na, çênabe ku bêjim ez qumaş nabînim!

- Belê, yekî ji wan dekbazan got û domand: Tu çu tiştekî nabêjî?

Wezîrê kal di nav berçavka xwe re hûr û kûr mêze kir:

- Pir spehî ye; bê hawe xweşik e! Neqiş û rengên nedîtî ne! Ez dê ji Qral re bêjim ku min pir eciband.

Dekbazan:

- Baş e. Em gelekî pê kêfxweş bûn.

Û dest bi behsa neqiş û rengên qumêş yên nexuyayî kirin. Wezîrê kal baş guhdarî kir û got dê ji Qral re herweha bêje û çû got jî.

Herdu dekbazan ji bo qumaş, careke din, hin pere û tayê zêrîn xwestin. Hemî tişt ji xwe re dan aliyekî; tayeke tenê jî nekete nav tevnê, lê herdu dekbazan wek berê mîna ku dixebitin li ber tevnê bûn.

Piştî demekê îcar Qral karmendekî xwe, yekî pak û durist, şand ba dekbazan ji bo mêze bikin ka rewş çi ye; dê kengê qumaş hazir bibe. Wî jî mîna wezîr kir: Hûr û kûr, dûr û dirêj mêze kir, lê çu tiştek nedidît; ji bilî tevina vikûvala.

Dekbazan got:

- Erê, ma qumaş ne xweşik e?

Û dest bi pesnê neqiş û rengan kirin ku çu tişt li meydanê tune bû.

Ew mirov fikirî, ji xwe re got, ez ne şêt im. Lê xuyaye ku ez bi kêrî wazîfeya xwe nayêm! Ecêb e! Lê divê ez ji kesî re nebêjim. Û wî jî dest bi pesnê qumaşî kir; spehîbûna neqiş û rengan diyar kir. Çû serayê ji Qral re jî got: Qumaşekî pir spehî ye.

Xelkê bajêr, hemiyan, behsa xweşikbûna qumêş dikir. Rojekê Qral xwest berî ku ji dezgehê deynin, qumaş bibîne. Tevî gelek mirovên giregir û qedirbilind (di nav wan de karmendên bi rûmet yên ku berê çûbûn ba dekbazan jî hebûn) çûn cem dekbazan; ku bi heyecaneke mezin kar dikir, bêî ta û kêl avêtinê.

Wan herdu karmendên bi rûmet ji Qral pirsî:

- Ma qumaş ne şahane ye? Wek ku Qralê me dibîne, çi neqiş çi reng!

Tevina vala nîşan dida; wan bawer dikir ku hemî kesên din qumaş dibînin.

Qral fikirî. Mahneya vî tiştî çi ye! Ez tiştekî nabînim! Xwedê hifza mirov bike! Ma ez şêt im? An ez bi kêrî textê xwe nayêm? Ji vê xirabtir tune.

Qral:

- Pir xweşik e! Ez pir diecibînim.

Bi vî awayî kêfxweşiya xwe diyar kir. Û li tevina vala mêze dikir. Ne dixwest bêje ku tiştekî nabîne.

Kesên ku pê re bûn, hemî li wê derê sekinîbûn û kesî ji yekî din zêdetir tiştek nedidît. Lê wan jî wek Qral, got ku qumaş pir spehî ye. Û pêşniyar kirin ku Qral ji wî qumaşî ji bo şahiya mezin cilan bide dirûtin.

- Pir baş e. Şahane ye! Hemiyan ev gotin dubare dikirin.

Qral xelatên giran dan herdu dekbazan û ew kirin serekxebatkarên tevina serayê.

Şeva berî şahiyê, heya sibehê, ew herdu dekbaz li ber şanzdeh findên pêketî xebitîn. Mirov didît ku çawa bi rêkûpêk dixebitin da ku cilên Qral hazir bikin. Mirov digot qey qumaş ji tevinê der xistin û bi meqesên mezin li hewa jêkirin û bi ta û derziyan dirûtin. Dawiyê gotin:

- Şikir ji Xwedê re. Nuha cil hazir in!

Qral tevî serekxizmetkarên serayê hat wê derê. Dekbazan pîyên xwe rakirin, wek ku bi tiştekî girtine, gotin: Ev pantalon e, ev çaket e, ev cube ye û hwd. Wek perikan sivik in. Mirov dikare bawer bike ku ne li mirov e; ji xwe xisûsiyet û spehîbûna van jî ew e.

Hemî giregiran:

- Belê, wisa ye. Lê belê tiştek nedidîtin; ji lewre tiştekî ku bibînin tune bû.

Dekbazan:

- Hezretê We, heke mimkin be, cilên xwe ji xwe bikin da ku li ber neynika mezin em cilên te yên nû li te bikin.

Qral hemî cilên xwe ji xwe kirin; dekbazan jî mîna ku yek bi yek parçeyên cilan didin destê wî tevgeriyan. Mideteke dirêj pê ve mijûl bûn; li derûdora wî çûn û hatin; te digot qey bi şêweyeke têkûz û spehî cilên wî rast dikin, dişidînin. Qral zivirî û li neynikê mêze kir.

Gişan:

- Çi xweş li Hezretê We tên! Pir rind rûniştine! Çi neqiş, çi reng! Cilên pir spehî ne, şahane ne!

Û serekpêşkarê şahiyê got:

- Textê We yê ku li dema şahiyê, Hezretê Qrêl lê rûne hazir e.

Qral:

- Baş e. Ez hazir im. Ma li min tên?

Careke din zivirî, li neynikê mîna ku debdeba xwe bibîne mêze kir.

Serekxizmetkaran ji bo bi dawa cube bigrin xwar bûn, mîna ku bi dawê girtine diliviyan. Paşê meşiyan, destê wan li hewa, ji ber ku nediwêribûn kesî pê bihesînin ku tiştekî nabînin.

Û paşê Qral li ser textê xwe rûniştî çûn cihê şahiyê; hemî ew kesên li ber pencereyan û li kolanan digot:

- Cilên Qral yên nû şahane ne, yekta ne! Çi cubeyekî spehî! Çi xweş lê rûdinin!

Kesî nedigot û eşkere nedikir ku tiştekî nabîne. Wê gavê dê diyar biba ku ew bi kêrî karê xwe nayê an jî şêt e. Cilên Qral çu carî di nav xelkê de ewqasa bextewarî û yekîtî peyda nekiribûn!

Ji nişkê ve zarokekî piçûk got:

- Çu tişt lê tune ye! Qral çîp tazî ye!

Bavê lawik got: "Guh bidin rastiyê."

Yekî ji yekî din re gotinên zarok gotin.

Li dawiyê xelk hemî bi hev re qêriyan:

- Qral çîp tazî ye! Qral çîp tazî ye!

Qral xwe da hev, da aqilê xwe ku rast dibêjin.

Lê weha fikirî: Divê heta dawiya şahiyê ez deng nekim.

Bi vî awayî Qral bêtir bi heşmet rûnişt û dawa cubeyê wî di destê serekxizmetkaran de dimeşiyan lê tu cube tune bû.

H.C Andersen

Kurdî: Serdar Roşan